Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi xeyala Iraqek aram berbi Iraqek ne aram ve

Darbeya leşkerî ya 14’ê Tîrmehê ya di sala 1958’an de li Iraqê bi pêşengiya Ebdulkerîm Qasim pêkhat û weke “Şoreşa 14’ê Tîrmehê” tê binavkirin, dawî li sîstema padîşahtiyê anî û komara Iraqê hate avakirin. Lê ev komar ti carî nebû dergûşeke aram ji bo gelên Iraqê û niha jî yek ji welatê herî bi qeyrane.


Darbeya leşkerî ya 14’ê Tîrmeha 1958 ya li Iraqê ku weke “Şoreşa 14’ê Tîrmehê” tê binavkirin, ji aliyê Ebdulkerîm Qasim ve li djiî sîstema padîşahtiyê hate pêkanîn. Serokê yekem yê Iraqê Feyselê yekemîn û Feyselê dawî jî di navbera salên 1921 heya 1958’an de ji aliyê Brîtaniyan ve anîbûn ser hikûm. Lê darbe dawî li hikûmraniya wan anî û di encamê de Qral Feysel, şehzade Ebdulla û Nûrî Seîd hatin kuştin. Ebdulkerîm Qasim jî di encama vê darbeyê de bû serokwezîrê yekemîn yê Iraqê û dawî li sîstema padîşahtiyê anî.

Armanca sereke ya darbeya 14’ê Tîrmehê ewbû Iraq ji bin hikûmraniya Îngilîz û Amerîkayan derxe. Ev dibe yekem tevgera ku ji hêzên navnetewî û desthilatdarên herêmê dûr. Serokê demê yê Amerîkayê, jî wê demê li ser hatina Ebdulkerîm Qasim dibêje, eger pêşî lê negirin wê dawî li desthilata Rojava ya li ser Rojhilata Navîn bîne.

Sîstema padîşahtiyê ya Iraqê, bi salan qanûnên kevneperest, derebegtî kir ku karker û kedkar li dijî wan rabin ser piyan. Hukimraniya Qral Feysel û Nûrî Seîd  zordarî biribûn asta herî jor. Bêgûman ev bandorê li rewşa gelê Kurd jî dikir. Di dema darbeyê de gelê Kurd jî mil bi milê gelê Ereb rolek lîstin û gelek fermandarên Kurd jî tevlî darbeyê bûn.

Nerazîbûna 14’ê Tîrmeha Iraqê li herêm û cîhanê

14’ê Tîrmehê li Iraqê piştî 169 salan şoreşa Fransa çêbû, lê weke welatên cîran yên Fransa, welatên cîranê Iraqê jî hewl dan vê derbeyê ji holê rakin. Ji ber sedema ruxandina rejîma paşayatî, hemû rejîmên kevneperest û paşatî yên herêmê dijî vê yekê rawestiyan. Di serî de jî şahê Siudî û Îranê hebûn.

Di asta cîhanê de jî Brîtanya û Emerîkayê dikevin nava amadekariyê û nexşe ji bo vê diyar dikin. Lê piştre di nava her dû welatan de pêşbazî çêdibe û ev jî bû sedem ku ji bo sînorkirin û belavbûna 14’ê Tîrmehê li Rojhilata Navîn hêz di du welatên cûda yên herêmê de daxîne.

Dewleta Tirk weke her carê ku çavê wê li serweta welatên cîran bû, di 14’ê Tîrmehê de li Iraqê hewl dide bi rêya leşkerî êrişî Iraqê bike û vegere sînorên dewleta Osmanî. Lê Brîtanya li hemberî vê hewla Tirkiyeyê radiweste. Serokwezîrê wê demê yê Iraqê dibêje; “Êrişa Tirkiyeyê suce û eger dest dane ser Iraqê, wê ne di berjewendiya me de be.”

Li Iraqê dîroka derbeyê

Dîroka derbeyê li Iraqê, ne tenê derbeya Ebdulkerîm Qasime, ji bilî wê zincîrek derbe, kuştin û darvekirina serokan destpê dike. Li gorî çavkaniyên dîrokî, Qasim nekarî bû di pêşbaziya navxweyî derve de îdareyek siyasî, serkeftî û dîplomasî bikarbîne.

Ji ber ku Emerîka bi hatina ser hikum ya kesek Şuî nerazîbû li Iraqê, ji bo vê destwerdanê di kar û barê Iraqê de kir. Di encama destwerdanê de Ebdulkerîm Qasim di derbeyek leşkerî ku ji aliyê Ebulsalim Arif ve pêkhat, di sala 1963 an de hate kuştin û hikumetek nû bi serokatiya Ebdulsalim Arif pêkhat. Piştî Ebdulsalim Arif koça dawî kir, birayê wî Ebdulrehman Arif cihê wî girt.

Kurdan di 14’ê Tîrmeha Iraqê de çi bi dest anîn? 14 Tîrmehê li Iraqê hinek destkeftiyên mezin û girîng ji bo Kurdan hebûn. Beriya guherîna sîstema paşatiyê, Kurd ji mafê xwe bê par hatibûn hiştin. Mafên ku heya niha Kurdan bi destxistî, çavkaniya xwe dispêra dîroka 14’ê Tîrmehê.

Beşek ji wan destkeftiyan

Di madeya 3 ya destûra Iraqê de, bi zelalî tê gotin ku Kurd û Ereb di erk û mafan de wekhevin. Ev jî bû sedem ku mafê Kurdan bikeve çaçoveyek fermî di komara Iraqê de.

Ji bilî Ereban, karmendên Kurdan jî li sînorên Başûrê Kurdistanê hatin tayînkirin. Heya wê demê jî ti Kurdek nedihat tayînkirin.

Bi efûyek gitşî biryara berdana hemû girtiyan û kesên hatibûn binçavkirin dan. Ji bo kerta çandiniyê, biryar hat dayîn ku aboriya Kurdistanê were çêkirin û zevî bi ser cotyarên Kurd de were belavkirin.

Ebulkerîm Qasim kî bû?

Ebdulkerîm Qasim di sala 1914’an de li taxek hejar ya Bexdayê di malbatek 5 kesî de ji dayîk dibe. Bavê wî xîzar  û Sine bûn. Dayîka wî jî Şuî bû, di sala 1930’an de dibistana Amadeyî temam dike û di heman salê weke mamosta li herêma herî hejar ya Bexdayê yanî Dîwaniye dest bi wane dayînê dike. Di sala 1932’an de koleja leşkerî bi serkeftî temam dike.

Yorum Gönder

0 Yorumlar