Ticker

10/recent/ticker-posts

Ocalan: Hêviya min ji vê dewletê û hiqûqa wê nîne

Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan gilî û gazin kir ku di di cejnê de jî nehiştin ew biçin Îmraliyê û got, "Hêviyek min ji vê dewletê û hiqûqa wan nîne."


Tevî ku nivîskarekî têkildarî tecrîda li Îmrailyê spekulasyona 'wê destûra hevdîtinê bê dayin' kiribû jî di cejnê de jî destûr nehate dayin ku hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê kirin.

Mehmet Ocalan li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku zêdeyî saleke nikarin agahiyê ji kekê xwe werbigirin, serlêdanên wan û parêzeran bi hinceta 'cezayê dîsîplînê' têne redkirin. Ocalan diyar kir ku êdî ji gotin ji bo vê bêhiqûqiyê nemaye û got, "Mirovek dikare girtî yan jî hikumxwar be. Lê belê li gorî qanûnên Tirkiyeyê mafên xwe hene. Her kes dikare bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike. Lê belê dema mijar dibe Îmrali vî mafî ji nedîtî ve tên."

Mehmet Ocalan bi bîr xist ku ev bêhiqûqî ne tenê li hemberî kekê wî her wiha li hemberî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tê kirin û wiha dewam kir, "4 sal in ne karin malbata xwe ne jî xizm û parêzerên xwe bibînin. Ne rewşeke ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê bê qebûlkirin. Êdî ji bo min negirîng e bê Abdulkadîr Selvî çi nivîsî ye yan jî nenivîsî ye. Ew di nava xwe de nîqaş dikin, diaxivin, lê tiştek nabe. Ji bo min a girîng encam e. Ya rast êdî hêviya min ji vê dewletê, ji hiqûqa wan nemaye. Ji 3'ê Adara 2020'î û vir ve em nikarin hevdîtinê bikin. Herî dawî 5 deqeyan bi Abdullah Ocalan re axivîm. Tecrîd tê gotin, lê belê ev rewş êdî ji tecrîdê jî wêdetir e, pênaseyeke cuda jê re divê. Divê Komara Tirkiyeyê navekî cuda li vê bike. Ji ber ku kiryarek bi temamî li dijî kesekî heye. Ti eleqeya vê kiryarê bi hiqûqê re nîne, bi temamî siyasî ye û aliylê wê yê siyasî jî aydî wan e."

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî jî da ku îdîa dikin ku ew demokrasiyê diparêzin lê belê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in û got, van partiyan di mijara bêhiqûqiya li Îmraliyê de gotineke bi tenê jî negotine. Mehmet Ocalan diyar kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê hiqûq li hemberî her kesî bi wekhevî bi cih were anîn û got, "Em dixwazin li ser bingeha hiqûqî tevbigerin. Bila mafên me yên qanûnî û demokratîk bidin me."

Yorum Gönder

0 Yorumlar