Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê şervan û fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê, ji ber çalakiyên wan ên serketî pîroz kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Beriya her tiştî em bi ruhê Berxwedan û Serketinê yê 14’ê
Tîrmehê hevalên ku şer dikin hemûyan silav dikin.
Em sala 40’î ya Çalakiya 14’ê Tîrmehê ya dîrokî li pey xwe
dihêlin. Gelekî girîng e ku di sala 41’ê de bi heman bawerî, biryardarî ruhî
têkoşîn tê meşandin, xeta berxwedan û serketinê ya PKK’ê li çiyayên Kurdistanê
tê geşkirin û bi çalakiyên gerîla yên bi bandor tê silavkirin. Helwesta
berxwedanê ku di şexsê Rêber Apo, gerîla û gelê me yê welatparêz de tê
nîaşndan, radixe pêş çavan ku hîmên PKK’ê çiqasî qewîn e, kevneşopiya xwe
çiqasî xurt e û dilsoziya bi vê kevneşopiya esîl re 40 salan bênavbera û bi
hevgirtî dewam kiriye.
Artêşa Tirk a dagirker ku bi êrîşa li ser Zap, Avaşîn û
Metînayê xwest Başûrê Kurdistanê dagir bike, di vê armanca xwe de bi ser neket.
Gerîla ku bi îradeya ji pola dîwarekî berxwedanê danî pêşiya artêşa Tirk a
dagirker û her roj derbên giran li dagirekran xistin, nehiştin ku dagirker
bigihêjin armanca xwe. Artêşa Tirk a ku nikare bi pêş ve biçe û xwe bigihîne
armanca xwe, hewl dide êrîşa dagirkeriyê li qadên nû belav bike û bi vî rengî
xwe ji rewşa tê de ye rizgar bike. Lê belê ev jî jê re nebû derman û dagirker
hîn bêhtir dibin hedef. Artêşa Tirk ji bo rewşa xwe ya xitimandina taktîkî ya
li qada şer rizgar bike, şeva 4’ê Tîrmehê li rojavayê Zapê êrîşa dagirkeriyê
berfireh kir. Lê belê we hevalên hêja, di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd
Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de şeva 4’ê Tîrmehê di çalakiyan de 16 dagirker ceza
kirin, derb li 2 helîkopteran xistin û bi vî rengî bersiva destpêkê dan.
Roja 5’ê Tîrmehê taktîkên sûîqest û sabotajê li ser hev bi
rengekî serketî xistin meriyetê û 15 dagirker ceza kirin.
6’ê Tîrmehê destpêkê derb li helîkopterê xistin, piştre jî
kemîn danîn pêşiya baskekî dijmin û bi çalakiya gerîla ya koordîneyî 13
dagirker ceza kirin. Dûre jî bi taktîkên sûîqestê 9, bi taktîka serdegirtinê 3
dagirker ceza kirin û derb li helîkopterekê xistin. Bi vî rengî fatûre li
dijmin birîn ku hewl dida li Qadên Berxwedanê bi pêş ve biçe.
7’ê Tîrmehê 2 dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên
li Girê Şehîd Pîrdoxan ve bi pêş ve biçin, ceza ikrin, çûn ser cenazeyên wan,
debanceyek bi marka Glock, 2 tivingên HK-416 ên Elman, 2 cîhaza destnîşankirinê
ya lazerê, 2 amûrên çekê û cîhazeke ragihandinê ya bi marka Aselsanê desteser
kirin. Her wiha cenazeyê leşkerê bi navê Nacî Kaygisiz xistin bin kontrola xwe
û bi vî rengî durûtiya artêşa Tirk û medya şerê taybet raxistin pêş çavan,
careke din ispat kirin ku artêşa Tirk qiymetê nade cenazeyê leşkerê xwe û
windahiyên xwe ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre.
Serketineke gelekî girîng e ku we taktîkên encamgir ên
gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi afirînerî û hostatiyeke mezin xistin
meriyetê, bi rêbaza şerê tîm ê bi tevger derbên giran li dijmin xistin. Her
wiha bi saya çalakiya we, bang li malbata Nacî Kaygisiz hate kirin ku cenazeyê
xwe werbigire û ev yek jî bû derseke mirovahiyê ya ji bo dagirkerên ji
mirovahiyê bêpar in.
Em hemû fermandar û hevrêyê şervan ji ber van serketinên wan
silav dikin ku performanseke bi vî rengî ya şer û çalakiyan afirandin. Em di wê
baweriyê de ne ku Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê wê
serketinên hîn mezintir dewam bike û hevrêyan hemûyan ku bi rengê fedaî şer
dikin bi hezkirin û hurmet silav dikin, serketinê ji wan re hêvî dikin.”

0 Yorumlar