Li gorî çavkaniyên herêmî çekdarên ser bi PDK’ê li gund û navçeyên Amediyê ser gelek malên welatiyan û pêşmergeyan de girtine û di encamê de nêzî 80 kesî binçav kirine.
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên taybet û yên herêmî hatiye girtin, berê niha du rojan hêzeke taybet a ser bi PDK’ê li gund û qezayên Amediyê ya ser bi parêzgeha Dihokê dest bi operasyoneke siyasî kiriye.
Hate ragihandin di encama operasyona çekdarên PDK’ê de nêzî 80 kes li herêma Şêladizê, Sersingê û Dêralokê hatine binçavkirin.
Xelkê herêmê yên peywendî li gel ajansa me çêkirin jî, diyar kirin di nava kesên hatine binçavkirin de pêşmerge jî hene.
Her wiha hate gotin, sedema binçavkirina van welatiyan ji ber nerazîbûna li dijî dagirkeriya Tirk e.
Hêjayî gotinêye, ji ber zextên PDK’ê yên li ser welatiyan heya niha me nekariye agahiyên zelaltir ji herêmê bigirin û bizanin hejmara binçavkiriyan tam çendin û kesên hatine binçavkirin birine kuderê. Her wiha têkildarî nasnameya kesên hatine binçavkirin jî hîn agahiyên zelal bidest neketine. Heya niha tenê wêne û nasnameya du kesên bi navê, Zêrevan Dêresî û navê pêşmerge jî Elî Pinyanişî ye.
Hêjayî bibîrxistinêye ev operasyona siyasî li rastê tengavbûna artêşa Tirk a li Zap’ê tê û guman heye ku operasyon li ser fermana MİT-Parastin hatibe kirin.

0 Yorumlar