Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah a 97 salî, Eynê Ocalan ku temenê wê 97 salîbû îro çû ser dilovaniya xwe.
Meta Rêberê Gelê Kurd Abdullah, Eynê Ocalan a 97 salî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê yên ji temen çavkaniya xwe digire, îro çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ANF’ê ya xwe disperse agahiyên Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, ji ber temenê xwe yê dirêj gelek nexweşiyên meta wî çêbûbûn.
Ocalan diyar kir ku bi sedan kes hatine taziyeya ji bo meta wî ya li gundê Amarayê hatiye danîn û wiha got: “Ji ber temenê xwe demek bû meta min nexweş bû. Hew karî nexweşiyên xwe rake û îro rehmet kir. Mala wan kesan ava be ku hatin taziyeyê, bi telefonê sersaxî xwestin.“

0 Yorumlar