Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Hindîstanê ji ber lehiyê 16 kes mirin û 63 birîndar bûn

Li herêma Keşmîr ya Hindîstanê ji ber barana zêde lehî rabû, di encamê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan, 63 kes birîndar bûn û agahî ji 40 welatiyan jî nayê girtin.


Îro ji ber baran barîna zêde li herêma Keşmîr ya Hindîstanê lehî rabû. Li gorî AFP’ê ragihandiye, di encama rabûna lehiyê de 16 kes jiyana ji dest dane, 63 kes birîndar bûne û agahî ji 40 kesan jî nayê girtin.

Hate gotin, hîn hêzên ewlekariyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ya li herêmê didomînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye  di meha Gulan û Hezîranê de jî lehî rabûbû û bûbû sedema zirerên madî û giyanî.

Yorum Gönder

0 Yorumlar