Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Hewlêrê di qezaya trafîkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Hewlêrê encama qezayek trafîkê de du  kesan jiyana xwe ji dest dan û du kes jî birîndar bûn.


Li gorî daxuyaniyek Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê, di saet 06:00’an de li ser rêya 100 metre ya li deriyê Ofer Pas û Enderpas rêya ajotinê (rêya pêşbirkan) wesayîtek taybet qeza kir. Gorî daxuyaniyê wesayît di saetê de 200 km lez diçû, ji ber vê jî şofêr kontrola wesayîtê ji dest da û wesayît qelibî.

Di encama bûyerê de du kesan jiyana xwe ji dest dan û du kes jî bi giranî birîndarbûn. Her wiha ziyanek gihişt rê û wesayîtê jî.

Yorum Gönder

0 Yorumlar