Artêşa Tirk a dagirker bi dijwarî herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ya dikeve rojavayê Zapê bomberdûman dike û dixwaze leşkeran ji hewayî ve dane xwarê. 


Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker, herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê ya dikeve rojavayê Zapê danê êvarê 17 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye û piştre herêm bi helîkopterên êrîşê hatiye hedefgirtin.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker hewl dide ji hewayî  ve leşkeran dane xwarê.