Ticker

10/recent/ticker-posts

Dewleta Tirk Eyn Îsayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê gundê Hoşan a girêdayî Eyn Îsayê topbaran dikin. Di encama bombebaranan de welatiyek şehîd û 3 welatî jî birîndar bûn.


Li gorî agahiyên nûçegihanê me dayî, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî gundê Hoşan a Eynî Îsayê bombebaran dikin.

Li gorî agahiyên destpêkê tê gotin ku welatiyek bi navê Şêx Mihemed (25) şehîd bû û 3 welatî yên bi navê Mihemed Bozan Sebirî (25), Bozan Osê (17), Xalid Cebel Ehmed (16) jî birîndar bûne.

Her wiha hat zanîn ku bombebaran hêj berdewam e.

Yorum Gönder

0 Yorumlar