Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Amûdê êrişa hewayî pêkhat

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Qîra yê girêdayî navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo, erebeyek hedef girt.

Li gorî ajansa ANHA’yê, balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk beriya çend kêliyan li gundê Qîra (nêzî 50 km li başûrê navçeya Amûdê) erebeyek hedef girt.

Têkildarî ziyanê ti agahî nehatine dayîn.

Tê payîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî detayên êrişê daxuyaniyekê bide.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar