Ticker

10/recent/ticker-posts

Iraqê biryar da balyozê xwe ji Tirkiyeyê vekişîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê ragihand ku biryar hatiye dayîn ku balyozê xwe ji Tirkiyê vekişînin û dibêje: “Ti lihevkirinek me ya ewlehî û leşkerî li gel Tirkiyê nîne.”


Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Iraqê Ehmed Elsehef ji ajansa nuçeyan a Iraqê re ragihand ku wezareta wan biryar daye balyozê xwe ji Tirkiyeyê vekişîne û got; “Ti lihevkirinek me ya ewlekarî û leşkerî bi Tirkiyeyê re nîne.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf îro bi daxuyaniyekê ragihand ku nameyek giliyê Tirkiyeyê pêşkêşî Konseya Ewlehiyê kiriye û got: “Di nameyê de Iraqê daxwaza civîna bi lez a li ser destdirêjiya dewleta Tirk a li ser Iraqê kiriye.”

Di 20’ê Tîrmehê de dewleta Tirk a dagirker gundê Perex yê Zaxo topbaran kir. Di encama êrişê de 9 geştiyar hatin qetilkirin û 23 jî birîndarbûn. Qurbaniyên komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo hemû jî ji netewa Ereb bûn û xelkê naverast û başûrê Iraqê bûn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar