Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji bo pîroz kirina cejna Qurbanê serdana goristan û Saziya Malabatên Şehîdan kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) cejna Qurbanê pîrozkirin. Xelkê wargehê piştî nimêja cejnê berê xwe dan ser goristana wargehê û ji wir jî ber bi Saziya Malbatên Şehîdan. Li Saziya Malbatên Şehîdan cejna şehîd û gelê amade hate pîroz kirin. Bi boneya pîrozbahiya Cejnê Mele Elî Sipêrtî axivî:
Mele Elî Sipêrtî destpêkê de cejnê li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha got: “Dema mirov ket nava cejnê kîn, acizî û nerehetiyên heyî bavêje cihek bi dilek safî û aştiyane cejna xwe pîroz bike. Di qûrana pîroz de dibêjin, gelî bawermendan di nava xwe de aştiyê çêkin ev gotina xûda ye. Niha di nava me û dagirkeran de şer heye. Gelek dewlet dibêjin em pêşengtî ji misilmantiyê re dikin gunehkarin ji ber ku xûda emir kiriye û dibêje ‘Hemû misilman divê aştî û aramiyê bi parêzin. Kesên ku aştiyê pêktîne mirovên gelek mezinin, ji ber ku herkes dikare li heyfa xwe bigere lê yê li cihê heyfa xwe li aştiyê ji bo mirovan dihizire tenê karê mirovên mezine.’
Piştî axaftina Mela Elî, Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Filîz Budak jî cejna Rêbertî, şehîd û gelê Kurd pîroz kir û got: “Em civak û rêxistinek bawermendin ji doza xwe û aştiyê ewqas bibawerin ku em di berdela wan de berdêlên pirgiran jî didin. Ger ne baweriyek û îradayek xurt be wê nekare li hember van li berxwe bide. Cejna qûrbanê di bingehê xwe de li hevkirin û parvekirin dihewîne em jî vê cejên li hemû gelê xwe pîroz dikin.”





0 Yorumlar