Ticker

10/recent/ticker-posts

Gelê Mexmûrê: Em çok nadanin

Gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo şermezarikina êrişa deweta Tirk û bêdengiya Hikumeta navendî ya Iraqê ya li hember van êrişan meşiyek girseyî lidarxist. Di meşê de hat gotin, “Gelê Mexmûrê heta îro li berxwedaye, wê ji niha û şûnde jî li berxwe bide. Mexmûriyan ji kesê re çok nedaniye wê ti carî jî çok ne danin. Em gelin, mafdarin û emê bi serbikevin.”


Di nava van 6 mehan de ev sê care dewleta Tirk ya dagirker bi balifirên bê mirov nava Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî bombebaran dike. Îro jî di saetên nîvro de bi balafirên bê mirov malek ya wargehê kir hedefa êrişa xwe. Ji bo şermezarkirina êrişa deweleta Tirk û bêndengiya Hikumeta Navedî ya Iraqê ya li hember van êrişan, gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî daket qadan. Gelê Mexmûrê peyama berxwedanê li hember êrişên dewletên dagirker dan.

Gel li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û meş li wir destpêkir. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’ ‘Bê Serok jiyan nabe’ ‘Qatîl Erdogan’ dihatin qêrkirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Gel heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li wargehê meşiyan. Li wir daxuyaniyek li ser navê gelê wargehê ji bo raya giştî hat dayîn.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirin ji bo tevahî giyanê Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê Wargehê Endama Koordînasyona Meclisa Îştar, Nûran Sezgîn axivî.

Nûran Sezgîn êrişa li ser Wargaha Mexmûrê şermezar kir û wiha got: “Em dewleta Tirk û hevkarên wî şermezar dikin. Her roj dewleta Tirk êrişî wargehê dike ev bê hêzî û bê îredebûna dewleta Tirk ya dagirker radixe ber çavan. Ev êriş ne ya yekeme û wê ne ya dawî jî be. Gelê Mexmûrê heta îro berxwedaye, wê ji niha û şûnde jî li berxwe bide. Her ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê bin dikeve êrişî sivîlan dike. Netenê dewleta Tirk, hemû dewletên dagirker û PDK êrişî Kurdan dikin. Lê wê ti caran dewleta Tirk û xiyanata PDK’ê bi ser nekeve. Mexmûriyan ji kesê re çok nedaniye wê ti carî jî çok ne danin. Em gelin, mafdarin û emê bi serbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bimire xiyanet’, ‘Bijî berxwedana Mexmûrê’, ‘qatîl Erdogan’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawî bû.








Yorum Gönder

0 Yorumlar