Ticker

10/recent/ticker-posts

DAÎŞ’ê dîregên elektrîkê teqand

Çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Seleheddîn a Iraqê û li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê êrişî 7 xetên voltaja bilind ên ceyranê kirin.

Rêveberiya Polîsên Seleheddînê diyarkir ku çeteyên DAIŞ’ê bombe xistine binê 4 dîregên elektrîkê yên voltaja zêde û ji dûr ve teqandine. Hate ragihandin beşeke mezin a bajêr elektrîka xwe ji vir temîn dikir û ji ber vê li hinek herêm û navçeyan jî elektrîk qut bûye.

Rêveberiya Polîsan a Kerkûkê jî diyar kir çeteyan nêzî navçeya Hewîce ya li başûrê welat 3 dîregên elektrîkê teqandiye. Hate diyarkirin çeteyan li vir jî bombe li binê dîregên elektrîkê ve bi cih kirine û ji dûr ve bi cîhaz teqandine.

Hate ragihandin ji ber êrîşê elektrîka sê taxên bajêr hatiye qutkirin û ji bo çareserkirina pirsgirêkên xetên elektrîkê ji aliyê Rêveberiya Elektrîkê a Kerkûkê ve xebat hatine destpêkirin.

Hêjayê gotinê ye ku di mehên havînê yên germ ku pêwîstiya welatiyan pir zêde bi elektrîkê heyî de çeteyên DAIŞ’ê li parêzgehên Musil, Kerkûk û Seleheddîn’ê êrişî dîregên elektrîkê dike.

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar