Ticker

10/recent/ticker-posts

Casim Saz: PDK û hêzên li dijî dagirkeriyê bêdengin hevkarên qirkirina çanda Kurdî ye

Hunermendê Başûrê Kurdistanê Casim Saz, êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûr û hevkariya Hikumeta Herêmê ya bi artêşa Tirk re, bi tûndî şermezar kir û diyar kir ku ji ber êrişên dagirkeriyê û bêdengiya hikumetê, zererek mezin gihiştiye çanda Kurdewarî.

ARMANC HEREKOL - ROJEV

Hunermendê Başûrê Kurdistanê Casim Saz, êrişên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, bi tûndî şermezar kir.

‘Dixwazin edebiyata Kurdî qir bikin’

Hunermend Casim di destpêka axaftina xwe de qala girîngiya çandê di civakan de kir û wiha got: “Çand û Huner, beşek girîng a ferhenga gelan e. Dikarin bejin ku wekî mijarên siyasî, aborî û çandî girînge. Girîngiya xwe ya ji bo nasandina kes, civak û nasnameyek a cîhanêye. Ji bo ketina di nava jiyana siyasî, aborî û civakê de rolekî xwe ya mezin heye. Li Başûrê Kurdistanê, dijmin şerekî li dijî çand û hunera civaka Kurd dide meşandin. Di heman demê de, dixwaze edebiya Kurdî qir bike. Ev êriş an jî qirkirin, ne îro destpêkiriye, bi salane ev êrişên dijî çand û hunera Kurdewarî heye û niha di asta herî mezin de tê birêvebirin.”

‘Mejiyê civakê pûç dikin’

Casim di nav axaftinên xwe de anî ziman ku êrişên ser Başûrê Kurdistanê bi plankirî ne û wiha pêde çû: “Êrişên ser Başûre Kurdistanê, bi plan û xefikan tê amadekirin û mejiyê civakê tê pûç kirin. PDK û hemû hêzên siyasî ku li dijî dagirkeriyê bêdeng dibin, hevkarê vê qirkirina çand û hunera Kurdî ne. Bêdengî û hevkarî, di encam de zererekî mezin dide çanda Kurdewarî û bi taybet zererekî mezin daye çanda Başûrê Kurdistanê. Sepandina çanda Tirkî bi destê van hêzên desthilatdar pêk tê. Û ev jî di encama siyaseta dijî Kurdewarî de tê plankirin û birêvebirin.”

‘Rêzefîlmên Tirkî mejiyê ciwanan têk dibe’

Hunermend Casim di dewama axaftinên xwe de diyarkir ku çand û hunera Kurdî bi destê Kurdan didin qirkirin û wiha axivî: “Di gelek kanalên televîzyonên Başûr de çand û hunera Kurdî tê reşkirin. Her ku diçe jî vê yekê bi hêz dikin û hemû kes di televîzyonan de rêzefîlmên li dijî Kurdan ên ku Tirkan çêkirnî dibînin. Bi rastî jî di televîzyonan de çanda Tirkan evqas dayîna pêş, zererek mezin dide çanda Kurdewarî. Her wiha dibe sedem ku Kurd ji çanda xwe dûr bikeve. Li kêleka vê awaz, stran û dengbêjiyên Kurdan, di nava ciwanan de ti nirxekî xwe ne maye. Sedema vê yekê jî dagirkerina mejiyê ciwanên Başûr e. Ji ber dagirkeriya dewleta Tirk, şerê taybet û manîpulasyonan mejiyê ciwanên me belav bûne.”

‘Hikumeta Başûr bûye beşek ji fînansa dagirkeran’

Herî dawî Hunermendê Başûrê Kurdistanê Casim Saz, destnîşan kir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê ti fêde ne daye çand û hunera Kurdewarî û wiha axaftinên xwe domand: “Anîna artêşa Tirk a Başûr û hevkariya wan kirin, zererek mezin daye çand û civaka me. Hikumeta Başûr hem madî û hemjî manewî li kêleka dagirkerên Kurdistanê ne. Ev nêzikatî bi xwe şerekî taybet û li dijî nasnameya Kurdewarî ye. Hunera resen a Kurdewarî qet xwe neçarî van desthilatan nekiriye. Ez van qirkirin û ji holê rakirina çanda Kurdewarî, dixwazim bigihînim Wezareta Rewşembîran. Lê mixabin dezgehên rewşembîran di vê hêlê de bêdengin û ev jî dibe sedem ku rê li dagirkeran bê vekirin. Ji ber van dagirkeriyan her ku diçe hunera Kurdî paş ve diçe û hunera biyaniyan pêş dikeve. Divê her Kurd ji bo pêşketina hunera Kurdî û parastina çanda Kurdewarî seferber bibe. Divê em çand û hunera xwe biparêzin û çandên ku zererê didin civaka me ji nav xwe bavêjin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar