Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Meha Tîrmehê mehek şehîdên mezin e, ne tenê di meha Tîrmehê de şehadetên mezin çêbûne. Weke şoreşa Rojava şoreşeke mezin jî ji bo mirovahiyê pêk hat. Dema ku em behsa 14’ê Tîrmehê dikin hevalê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf, Alî Çîçek hema tê bîra mirovan. Ji ber ku van hevalan çalakiyeke pir mezin kirin. 14’ê Tîrmehê ruhê serketinê ye, rabûna li ber desthilatdarî, koledarî û xiyanetê ye.”
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi wesîleya
salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an li Zindana
Amedê hate kirin, ji ANF’ê re axivî. Nirxandina Bayik bi vî rengî ye.
“Di şexsê çalakvanên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên azadiyê,
demokrasiyê bi bîr tînim, minet û hurmetên xwe ji bo wan diyar dikim. Di meha
Tîrmehê de gelek şoreşgerên mezin şehîd ketin. Li gel şoreşgeran gelek
welatparêz jî şehîd ketin. Her wiha li ser gelê me yê Elewî komkujî kirin. Ji
ber wê meha Tîrmehê meheke welê şehîdên mezin e. Ne tenê di meha Tîrmehê de şehadetên
mezin çêbûne. Weke şoreşa Rojava şoreşeke mezin jî ji bo mirovahiyê pêk hat.
Dema ku em behsa 14’ê Tîrmehê dikin hevalê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf, Alî
Çîçek hema tê bîra mirovan. Ji ber ku van hevalan çalakiyeke pir mezin kirin.
Vê çalakiyê di dîroka tevgera me de û di dîroka gelê me de cihekî xwe yê taybet
û rûmet heye. Vê çalakiyê ne tenê li ser partî, milîtanên partiyê, gelê Kurd
tesîrek çêkir. Li gel wana li ser gelên Tirkiyeyê tevahî li ser tevahiya rejîma
Tirkiyeyê, li ser gelên herêmê, li ser stratejiya NATO’yê bandor kir. Ji ber wê
çalakiyeke dîrokî ye, çalakiyeke mezin e. Ew çalakiya di kîjan şertê de pêk
hat? Ji bo çi pêk hat? Çi encam bi xwe re anîn? Di vê mirov ji her alî ve vê
baş fêhm bike. Berî her kesî jî milîtanên PKK, PAJK’ê, mirovên welatparêz lazim
e baş fêhm bikin. Rastiya vê çalakiyê, ruhê wê, hestê wê, armancên wê, pîvanên
wê, kesayetiya wê baş fêhm bikin, ew ê di nava wan de guhertinên mezin çêbike.
Kesayetiyên mezin bi pêş dixîne. Tê zanîn, NATO ji bo ku armancên xwe li Rojhilata
Navîn bi taybetî pêk bîne, stratejiyeke daniye pêşiya xwe. Stratejiya Îslama
Siyasî. Dixwest bi vê stratejiyê hem sosyalîzma Sowyetê dorpêç bike, hem jî
karibe li ser Rojhilata Navîn hegemonya xwe pêş bixîne. Li ser wî esasî karibe
li cîhanê hegemonya xwe xurtir bike, xwe bê alternatîf bike. Dewleta Tirkiyeyê
jî dewleteke NATO’yê bû, wesfa ku NATO’yê da dewleta Tirkiyeyê li ser wê
stratejiyê bû. Ji ber ku yê hem li Rojhilata Navîn vê stratejiyê bimeşîne, hem
jî Sowyetê dorpêç bike di nava NATO’yê de bi esasî dewleta Tirkiyeyê ye. Ji ber
wê li Tirkiyeyê bi Kenan Evren, bi generalan derbeke leşkerî kirin. Ji bo
karibin stratejiya xwe pêk bînin, Tirkiye ji bo wê stratejiyê lazim e bihata
birêxistinkirin. Eger nehata rêxistinkirin nikarîbûn ew stratejiya ku danîbûn
pêşiya xwe bi cih bînin.
Armanc tasfiyekirin bû
Lewma armanca darbeya leşkerî ya Tirkiyeyê çi bû? Pêşî
karibin tevgera Kurd a azadiyê tasfiye bikin, li Tirkiyeyê tevgera sosyalîst
demokratîk tasfiye bikin, Tirkiyeyê li ser wê stratejiyê amade bikin, li ser wî
esasî dewleta Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn jî hêza ku li dijî NATO’yê
hemûyan bêtesîr bike û Rojhilata Navîn li gorî wê stratejiyê amade bikin. Bi vî
rengî karibin hem Sowyetê dorpêç bikin û têk bibin hem jî Rojhilata Navîn bi
dest bixin û li ser wî esasî karibin li cîhanê armanca xwe pêk bînin. Ji bo wê
generalên Tirkan li ser wan armancan li Tirkiyeyê hikumekî faşîst bi pêş
xistin. Hem li dijî tevgera azadiyê ya Kurd hem jî li dijî tevgera sosyalîst
demokratîk a li Tirkiyeyê. Tirkiye kirin zindanek. Hemû rêxistin, tevgerên
azadî û demokrasiyê, edalet, wekhevî dixwestin çûne ser û xistin zindanan.
Xistin binê êşkenceyê. Darve kirin, êşkence kirin, lînç kirin. Yanî li
Tirkiyeyê, li Kurdistanê çi hêzên muxalîf li derve nehiştin. Yên girtin girtin,
yên derketin derve derketin, yên din hemû xistin zindanan, li zindanan jî
xwestin wan temamî teslîm werbigirin. Ji ber wê êşkenceyeke bêsînor kirin.
Gelek zindan bi wî rengî temirandin, berxwedanên li wan deran hemû temirandin.
Zindana ku li dijî hikumê 12’ê Îlonê disekinî zindana Diyarbekir bû. Zindana
Diyarbekir ti carî li ber dewleta Tirkiyeyê stuyê xwe xwar nekir. Esat Oktay
Yildiran anîn zindana Diyarbekir bi taybetî. Wî êşkenceyên taybet li zindanê
kir. Xwest ku bi wî rengî îradeyê bişikînin, hemû şoreşgeran teslîm werbigirin,
ku zindana Diyarbekir bikin qebristan hem ji bo PKK’ê hem ji bo gelê Kurd. Eger
li zindana Diyarbekir ew armanc pêk anîn, li ti zindanê berxwedan namîne. Di
nava civakê de jî li Tirkiyeyê ti berxwedan namîne. Wê demê karibin bi rehetî
faşîzmê li Tirkiyeyê bidin rûniştandin. Wê wextê Tirkiye li gorî stratejiya
NATO’yê dikare wesfa ku wergirtiye bi rehetî pêk bîne. Wer hesab dikirin ku di
wê armancê de gavên mezin avêtine, wê karibin encamê werbigirin. Ji ber ku
tevgera sosyalîst a demokratîk, azadî li derve bêdeng kiribûn. Hemû cihên wan,
qestên wan, dengên wan girtibûn. Tiştek nehiştibû. Li zindanan jî gelek
zindanan dest ji berxwedanê berdabûn.
Li tevahiya Tirkiyeyê Mamak mabû, hema hema berxwedana wê jî
şikestibû. Tenê zindana Diyarbekir mabû. Bi hemû hêza xwe dihate ser zindana
Diyarbekir. Eşkere digotin; ‘ya dewletê qezenç bike, ya PKK wê qezenç bike. Em
dewlet in, îmkanên me hene, her tişt di destê me de ne, hûn jî di zindana me de
ne, dinya jî li pişt me ye, alîkariya me dike, hûn nikarin encamê werbigirin.
Hûn ê hêza dewleta Tirkiyeyê bibînin. Dewleta Tirkiyeyê wê qezenç bike. Hûn bê
sebep li ber xwe didin. Dest ji vê berdin. Dest ji PKK, Rêber Apo, vê xetê,
gelê Kurd, li nirxên mirovahiyê berdin. Xwe bikin Tirk, têkevin xizmeta dewleta
Tirkiyeyê. Wê demê hûn dikarin bijîn. Wekî din ji bo we îmkanê jiyanê nîne’.
Şerekî psîkolojîk, taybet li zindana Diyarbekirê dimeşandin. Li gel wê jî
êşkence bêsînor dikirin. Ji birçîbûnê heta heqaret û lînçê, di nava laximan de
hiştin, xwarina nebaş dayinê, ku çi tê aqlê mirovan ew dikirin. Welê fêhm
dikirin ku di encamê de wê bigihêjin armanca xwe. Yanî çiqasî li ber xwe didin
jî dawiya dawî wê dest jê berdin. Bi wê hêviyê diçû ser zindana Diyarbekir. Li
zindana Diyarbekirê hevalên ku pêşengî ji têkoşînê re dikirin, hinek di navenda
PKK’ê de cih girtibûn. Yanî hevalên pêşeng bûn. Çawa li derve kar kiribûn, li
zindanê jî dîsa wesfê xwe pêk dianî, dîsa pêşengî dikirin ji bo hevalên li
zindanê. Wextê ku hikumê faşîst li ser zindana Diyarbekir bi hemû îmkanên xwe
disekinî ku her kes li derve bêdeng kiribû û wer hesab dikir ku êdî gihîştiye
encamê, ji ber ku êdî li Tirkiye û Kurdistanê yên li dijî hikumê faşîst ê
leşkerî berxwedaneke xurt nebû. Li Kurdistanê gelek berxwedan çêbû, şehadet çêbû.
Bi esasî jî tevgera şoreşgerî sosyalîst, demokrat çi li Kurdistanê çi li
Tirkiyeyê derketin derve. Bi giranî berê xwe dabûn qada Rojhilata Navîn, li gel
tevgera Fîlîstînê. Ji ber ku hikumekî faşîst li Tirkiyeyê pêş ketibû, tevgera
şoreşger jî li dijî wê şerekî, berxwedaneke xurt bi pêş nexistibû, derketibû
derve, di gelek tevgeran de şikestin jî çêbû. Di kadroyên gelek tevgeran de
şikestin, ketina moralê, bêbawerî û dudilî, li gel hinekan êdî berê xwe nedan
Tirkiye, Kurdistanê, berê xwe dan Ewropayê çêbû.
Xwest berê tevgerê bidin Ewrupayê
Di nava tevgera sosyalîst demokrat û azadî de gelek
pirsgirêkên giran li derve ve rû dabûn. Ne tenê li derveyî me di tevgerên din
de ev pirsgirêk hebûn. Li ser tevgera me jî hinek zext hebûn. Hinek destwerdan
hebûn. Dixwestin ku berê tevgerê jî bidin Ewropayê. Ji bo tevger careke din
berê xwe nede welat. Karekî welê hinek dewletan jî dimeşand, hinek ên ji xwe re
digotin em şoreşger in, wan jî dimeşand, di nava me de jî yên weke Semîr wana
ew kar dimeşand. Rêber Apo ji bo pêşî li koçberiyê, tasfiyeyê bigire gelek kar
kir. Bi şev û roj xebitî. Di nava şert û mercên giran û şer de, di nava
bêderfetiyê de li ser kadro sekinî. Hem ji aliyê îdeolojîk ve bi rêxistin kir
hem jî ji aliyê leşkerî ve. Pêşiya ew karê ku dixwestin berê tevgerê bidin
Ewropayê û tasfiyeyê bikin, girt. Di kadro de kombûnek çêkir, careke din li ser
armancên tevgerê, xeta tevgerê kadro ava kir. Û amade kir. Berê kadro da welat.
Dema ku Rêber Apo ew kar dimeşand, li zindana Diyarbekir jî bi pêşengiya hevalên
Xeyrî, Mazlûm wan de têkoşîneke bêhempa dihate kirin.
Berxwedan ji Rêber Apo re bû alîkar
Wê têkoşînê alîkariya Rêber Apo kir. Rêber Apo li têkoşîna
li zindana Diyarbekirê sûd wergirt ku karibe pirsgirêkan bi hêsanî çareser
bike, karibe tevgerê komî ser hev bike û berê tevgerê bide welat. Ew berxwedana
li zindana Diyarbekir çêbû, berxwedana li Rojhilata Navîn çêbû hevdu temam kir.
Li ser vê bingehê gerîla berê xwe da welat, Botan. Li ser wê pêngava 15’ê
Tebaxê pêk hat. Eger li zindana Diyarbekir ew berxwedan nebûya, li qada
Rojhilata Navîn jî ew karên ku Rêber Apo pêş dixist, wê bi zehmetî pêk bihata.
Berxwedana zindana Diyarbekir, di wê berxwedanê de ew çalakiya 14’ê Tîrmehê
pêşiya hemû ferasetên derveyî xeta PKK’ê ji holê rakir. Xizmet ji karên Rêber
Apo kir. Ji ber wê ji xwe Rêber Apo di nirxandinê xwe de got, ‘Li welat heta ku
me 15’ê Tebaxê bi pêş xist, zindana Diyarbekir têkoşîn dimeşand. Wêya PKK
temsîl kir, gel temsîl kir, ji bo me derfet û firsend çêkir ku em karibin li
Rojhilata Navîn xwe amade bikin û daxwazên wan pêk bînin’. Dijmin dixwest ku
zindana Diyarbekir bike qebristan ji bo PKK ji bo gelê Kurd. Di şexsê PKK’ê de
jî dixwest Tirkiye bike qebristan. Karekî welê dimeşand. Hevalên Mazlûm, Kemal,
Xeyrî, Akîf, Alî Çîçek, Ferhat ewna ew fêhm kirin. Ji ber wê di destê wan de
tiştek nebû, tenê îdeolojiya wan hebû û canê wan hebû. Bi vê li dijî dewleta
Tirk a faşîst, dagirker qirker sekinîn.
Hêza PKK’ê û Kurdan nîşanî Esat Oktay dan
Esat Oktay digot, ‘Hûn ê hêza dewleta Tirkiyeyê bibînin’.
Van hevalan jî hêza PKK’ê, gelê Kurd nîşan dan. Şerekî dewlet û PKK hate
meşandin. Di wî şerî de PKK mezin qezenç kir, dewleta Tirkiyeyê winda kir.
Temamî şerekî îradeyê li wir hate meşandin. PKK tevgereke ji xwe îradeyê bû.
Destpêkirina xwe destpêkirina îradeyê ye. Rastiya vê tevgerê li ser wî esasî
ye. Li zindana Diyarbekir jî şer li ser îradeyê hate meşandin. Şerekî îradeyê
bû. Ji ber ku tenê îdeolojî û canê wan hebû. Bi vê li dijî dewleta Tirkiyeyê li
zindana Diyarbekir şer kirin. Wekî din derfetên xwe nebû. Li dijî dewleta
Tirkiyeyê ew şer li wê zindanê kirin. Negotin, derfetên me nîne, zindana
Diyarbekir e, li ser me hovîtiyeke mezin tê kirin, tiştê ku em bikin nîne.
Berevajî wê gotin, em ê li dijî vê zilmê bisekinin, em nahêlin ku ev dewlet vir
bike qebristan ji bo PKK, ji bo gelê Kurd. Em ê vê derê bikin keleha
berxwedanê. Ji ber wê çi gotin? Gotin, berxwedan jiyan e. Teslîmiyet jî xiyanet
e. Ew ji bo xwe kirin esas. Di xwe de xiyanet bi temamî kuştin. Bi her alî ve
berxwedan ji xwe re kirin esas. Berpirsyariyeke dîrokî dan ser milê xwe.
Çareserî bi pêş xistin, ev yek ji xwe re kirin esas. Ji ber ku rastiya PKK’ê,
rastiya milîtanên PKK’ê di her şert û mercî de wergirtina berpirsyariyê bû.
Rastiya PKK, milîtanên PKK’ê di her şert û mercî de afirandina çareseriyê bû.
Li gel wan serketin ji bo xwe wergirtin bû. Çalakvanên 14’ê Tîrmehê ew
berpirsyarî, ew çareserî û serketin ji xwe re kirin esas. Ew çalakiya ku kirin
ji bo wê pêk anîn. Ji bo ku li ser vê esasî çalakî kirin jî encameke mezin
wergirtin û bi dewleta Tirk jî dan windakirin. Derba yekemîn li derbên leşkerî
ket. Heta wê demê wer fêhm dikirin ku gihîştin armanca xwe. Lê belê bi çalakiya
14’ê Tîrmehê re dîtin ku ew karê ku kirin hemû bêencam e. PKK ew bêencam
hiştin. Derî vekiribûn ji bo PKK, ji bo gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê, ji bo
sosyalîst, demokratên Tirkiyeyê. Heta 12’ê Îlonê Demîrel, Ecevît jî xistibûn
zindanê, hemû partî û sazî girtibûn. Wê çalakiyê ew derî hemû vekirin. Suleyman
Demîrel, Ecevît ku paşê bûn reîsî cûmhûr, serokwezîr, ev hemû di encama wê çalakiyê
de çêbûn. Rêber Apo, PKK, milîtanên PKK’ê ne tenê ji bo PKK, gelê Kurd xizmet
kirin. Ji bo gelên Tirkiyeyê jî, partî û saziyên Tirkiyeyê jî xizmeteke welê
mezin kirin. Nehiştin ku ew rejîma rûnê li serê gelan, li serê mirovahiyê bibe
bela.
Tenê can û îdeolojiya wan hebû
Çalakiya 14’ê Tîrmehê xeta Rêber Apo di şertê pir zor û
zehmet de, di nava bêderfetiyê de xiste meriyetê. Ew pêk anî. Dema ku mirov
xeta Rêber Apo baş fêhm bike, pêk bîne, mirov dikare encamên mezin çêbikin. Ev
ne girêdayî ye bi derfetan. Eger mirov li îmkanan behs bike, di destê wan
hevalan de ti îmkan tune bû. Tenê canê wan, îdeolojiya wan hebû. Bi îradeyeke
xurt li dijî dijmin sekinîn. Hem jî li dijî dewleteke weke dewleta Tirkiyeyê
sekinînin. Di nava bêderfetî, zor û zehmetiyê de derbên mezin li wê dewletê
xistin û serketin bi dest xistin.
Eger tevgerek li zindanê xwe ispat neke, kes bi wê tevgerê
bawer nake. Ji ber ku di nava civakê de yê ku ji bo civakê pêşengiyê dikin,
digirin û dixin zindanan. Ku li zindanan ew teslîm wergirtin rehet dikarin
civakê teslîm bigirin. Ji ber ku civak bêpêşeng dimîne. Yê ku pêşengiyê dikin,
yên ku zane, yên ku ruh didin dixin zindanan. Eger ew teslîm wergirtin êdî li
derve kes nikare li ber xwe bide. Eger ku li zindanê teslîm nebûn, ku li ber
xwe dan, siyaseta desthilatdar û dijmin pûç kirin, wê demê civak bi wê tevgerê
bawer dike. Eger ku civaka Kurd bi PKK, Rêber Apo bawer kir, sedema wê ew
berxwedana li zindana Diyarbekir û serketî ye. Derbeke mezin li dagirkeriya
Tirk xist. Ji ber wê gel bi tevgerê bawer kir, tê de cih girt û ji her alî ve
lê xwedî derket. Ji ber wê got PKK em in. Eger ew berxwedan nebûya û ew
berxwedan bi ser neketibûya ti carî gel alîkar nedikir, di vê tevgerê de cih
negirt, ev tevger bi pêş nediket.
Pîvana partîbûnê xurt kir
Çalakiya 14’ê Tîrmehê pîvana partîbûnê, pîvanê welatparêziyê
xurtir kir, bilind kir. Ruhek di partiyê de, li nava kadro û milîtanan û gel
çêkir. Bi her kesî ev da fêhmkirin; şert çi dibe bila bibe, derfet çi dibe bila
bibe eger ku mirov xwe di azadiyê de kilît bike, mirov dikare dijminê pir mezin
bisekine û encamê werbigire. Ev yek bi her kesî da fêhmkirin. Yanî karaktera
şoreşa Kurdistanê çi ye, karaktera dewleta Tirkiyeyê çi ye, li dijî vê dewletê
divê mirov çawa bisekine ku karibe encamê bi dest bixe, rastiya wê, pîvana wê
bi her kesî da fêhmkirin. Ji ber wê ew ruhê ku Rêber Apo bi pêş xist wê
çalakiyê mezintir kir, gihand asteke bilind. Êdî ji wê nizmtir, ne partîtî dibe
ne welatparêzî dibe. Ev bi her kesî da fêhmkirin.
Kêliyek jî ji bo xwe ne jiya
Xeyrî Dûrmûş çi got? Got, dema ku ez şehîd ketim hûn dikarin
li ser qebrê min binivîsînin, deyndar e. Halbûkî vî hevalî dema ku li derve jî
bû, dema li zindanê jî bû ti carî qisûrek nekir, temamiya jiyana xwe xist
xizmeta gelê xwe, azadî û demokrasiyê, xist xizmeta hevaltiyê. Ji bo xwe
kêliyekê jî nejiya. Jiyana xwe xist xizmeta partî, hevaltî, şehîdan, gel,
mirovahiyê. Yanî mirov nikare bêje deyndar e. Eger ku wî hevalî ji bo xwe got,
ez deyndar im, yên ku piştî wê di tevgerê de cih girtin, di partiyê de cih
girtin lazim e xwe hîn bêhtir deyndar bibînin. Her welatparêzek divê xwe hîn
bêhtir deyndar bibîne. Hevalê Xeyrî Dûrmûş bi vê pîvanek danî. Yanî ku tuyê
partîtiyê, welatparêziyê bike, êdî pîvan ev e, ji vê nizmtir pîvan nabe. Ew da
pêşiya her kesî. Ew pîvana ku Rêber Apo destnîşan kir, yek jî çi bû? Tu çi
bike, tu yê bes nebîne, tu yê têr nebîne, tu yê timî kêm bibîne, tu yê zêdetir,
baştir, xweştir bike. Hevalê Xeyrî Dûrmûş ew pîvana partîbûnê danî pêşiya her
kesî. Ji ber wê got, ez deyndar im wer bibîne.
Kemal Pîr pîvana nêzîkatiya li jiyanê diyar kir
Hevalê Kemal Pîr got, ne ku em dixwazin ji vê êşkenceyê
rojek beriya rojekê xilas bibin, em mirinê didin pêş çavên xwe. Em ji bo ku
jiyaneke azad qezenç bikin em jiyana xwe didin. Jiyana me xizmeta vê dike, em
ji bo vê dikin. Em ji jiyanê pir hez dikin. Ji bo em jiyanê qezenç bikin em vê
dikin. Ev jî pîvaneke Rêber Apo ye. Rêber Apo çi got? Got, ya em ê bi azadî
bijîn ya jî jiyana ku me ji holê radike em ti carî weke jiyanê nabînin, em wê
li xwe heram dikin, em qebûl nakin. Eger jiyanek wê hebe, wê li ser azadiyê be.
Hevalê Kemal Pîr jî ew pîvana partîbûnê danî pêşiya her kesî. Yanî her kes wê
jiyanê bi vî rengî fêhm bike, bi vî rengî nêzî jiyanê bibe, wê çawa li
Kurdistanê jiyana azad biafirîne, wê xwe di wê de kilît bike, ji bo wê bijî,
têbikoşe. Eger mirinek jî hebe li ser wê esasê bû.
Heval Akîf, ‘Ez bi partiya xwe ve girêdayîme’
Hevalê Akîf, dîsa pîvanên vê tevgerê danî pêşiya her kesî.
Dema ku dikeve çalakiya 14’ê Tîrmehê dewlet ji bo dest ji wê çalakiyê berde,
meseleya malbatê jî tînin pêşiya wî. Ew heval red dike. Yanî ez ne girêdayî
malbatê me, meseleyeke min ew nîne, li pêş min, di armanca min de ne malbat
heye, welat heye, partiya min heye, serokatiya min heye, gelê min, hevalên min
hene. Ez ji bo wê têdikoşim. Têkoşîna min li ser vî esasî ye, hûn nikarin
tiştekî din bidin pêşiya min. Red dike.
Elî dijmin red kir
Alî Çîçek ciwanek e. Di temenê xwe yê ciwantî de tevlî
tevgerê bû. Têkoşiya, hate girtin, li zindanê jî ti carî stuyê xwe li ber wan
dananî. Di hemû çalakiyan de cih girt. Çalakiya weke ya 14’ê Tîrmehê de bi
cesaret, bi biryar cih girt. Dijmin çiqasî xwest ku nekeve wê çalakiyê, dijmin
bi destê xwe da bin lingê xwe.
Yanî van çalakvanan pîvanên tevgerê danîn pêşiya her kesî.
Bilind kirin. Ji ber wê Rêber Apo got, van hevalan rêya şoreşa me ronahî kirin.
Û pîvanê wê ji bo me danîn. Êdî ji bo her kesî pîvan ew in, kes nikare li wan
nizmtir pîvanekê bide pêşiya we. Ji ber wê xizmeta ku ji bo partî, milîtanên
partiyê kirin pir mezin e. Em deyndarê wan e, îro jî em dixwazin deynê xwe ji
bo wan hevalan bidin. Li ser wî esasî em dimeşin.
Ruhê rabûna li ber desthilatdariyê ye
Ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê azadî û demokrasiyê ye. Ruhê
serketinê ye, ruhê li dijî desthilatdariyê, koletiyê, xiyanetê, teslîmiyetê
disekine. Ruhê ku ti carî rêya rehet, îmkanan nade pêşiya xwe. Şert çiqas zor
dibe jî, îmkan çiqasî kêm jî be têkoşîn esas wergirtin, di wê de jî serketin
esas wergirtin heye. Di wî ruhî de, di her şertî de rabûna bi berpirsyariyê
heye. Di her şert û mercî de afirandina çareseriyê ye. Berpirsyarî û çareseriyê
bi ser dixîne. Di wî ruhî de îradeyek, dilekî pir mezin heye. Di wî ruhî de, di
hevaltiyê de xwe kilîtkirin, ji bo hevaltiyê jiyankirin, ti carî li hevalê xwe
xiyanetnekirin, timî hevalê xwe ji xwe mezintdîtin, hurmeta li hevalên xwe
heye. Timî hêza çareseriyê bi pêş dixîne. Di wî ruhî de rabûna li ber
desthilatdarî û koletiyê heye. Xwe di azadiyê de kilît de dike. Azadiyê jî di
azadiya jinê de dibîne. Wê dike bingeha azadiyê. Di wî ruhî de hezkirina li
welat, gel, mirovahî û xwezayê heye. Ti carî welatê xwe, xaka xwe naterikîne,
gelê xwe naterikîne. Di her şertî de ji bo wan têdikoşe. Têkoşîna ku xizmetê ji
gel, însaniyetê, azadiyê, demokrasiyê û welat nake ti carî qebûl nake. Di wî
ruhî de ji bo xwe rojekê, kêliyekê jî najî. Xwe ji her alî ve dixe xizmeta gelê
xwe, mirovahiyê, partî, hevaltî, Rêber Apo. Vê yekê ji xwe re dike esas û tê de
israr dike. Ti carî bi pêşketina razî nabe, bes nabîne. Ji bo xwe sînor danîne.
Timî sînoran radike hem ji bo xwe hem ji bo hevalên xwe hem jî ji bo gelê xwe.
Ev esas in. Timî di vî ruhî de xweperwerdekirin, nûkirin û paqijkirin heye.
Yanî rexne û rexnedayîn esas e. Rûyekî paqij e. Ti carî bêedaletiyê, neheqiyê
qebûl nake. Gemariyê qebûl nake. Kêmasî, şaşitiyê, windakirinê qebûl nake.
Ruhekî welê ye ku bi temamî bi serketinê ve girêdayî ye. Ev ruh ruhê Rêber Apo
ye. Ruhê ku Rêber Apo di nava PKK, PAJK û milîtanên wan de afirandiye. Ji ber
ku li derveyî vî ruhî tiştek nabe bersiv ji bo gelê Kurd. Gelê Kurd ji mirinê
dernaxe, nade jiyankirin, paşeroja wî gelî nake garantiyê. Rêber Apo ji ber ku
rastiya dijmin, rastiya civaka me baş fêhm kiriye li ser wî esasî ev ruh
afirandiye. Kes nikare wî ruhî teslîm werbigire. Ew ruh timî ji bo xwe hêzê çêdike.
Hêza azadiyê, demokrasiyê, serketinê çêdike. Ji ber wê kes nikare wî ruhî
teslîm werbigire. Ew ruh ên ku dixwaze teslîm werbigire bêtesîr dike. Ev jî di
jiyanê de derketiye û her kes wê dibîne. Ji ber ku ev tevger tevgereke jin û
ciwanan e, li ser taybetmendiyên wan, ruhê wan hatiye avakirin, li ser wê
taybetmendî û ruhî dimeşe, ji ber wê bi pêş dikeve, bi ser dikeve.
Divê her kes deynê xwe bide
Dixwazim mînaka hevala Dîdar bidim. Van rojana di şerê Zapê
de li Metîna şehîd ket. Di televîzyonan de her kesî guhdarî kir. Li Elmanyayê
mezin bûbû. Li Elmanyayê xwendibû. Piştre çûbû li Emerîkayê xwendibû. Paşê ew
jiyana wan deran hemû da aliyekî, berê xwe da Kurdistanê. Hat tevlî nava refên
gerîla bû. Birayê wê jî beriya wê şehîd bûbû. Ne got, birayê min şehîd bûye, ez
neçim. Negot, jiyana min baş e, derfetên min baş e, ez neçim. Ew derfetên
Ewropa, Emerîka hemû danî aliyekî. Dikarîbû li wir jiyaneke rehet bijiya, di
nava derfetan de bijiya. Zor û zehmetî jiyan nekiribûya. Lê belê wê welatê xwe,
gelê xwe û têkoşîna ku ji bo gelê Kurdistanê, mirovahiyê tê kirin ji bo xwe kir
esas. Eger ku hevaleke weke Dîdar li Ewropa berê xwe daye hatiye welat û cihê
xwe di nava gerîla de girtiye, ku ji bo gelê xwe têkoşiya ye, li wir şehîd
ketiye hemû ciwanên gelê Kurdistanê, hemû jinên gelê Kurdistanê dikarin ji vê
yekê ji bo xwe encamê werbigirin. Lazim e jî derbixe. Ya ku layiqî wan e,
kesayetiya hevala Dîdar e. Eger ku wê hevalê ew rêya daniye pêşiya xwe, her
ciwanek, her jineke Kurd lazim e wê bide pêşiya xwe. Kurdîtî jî ew e, sosyalîzm
jî ew e, demokratîkbûn jî ew e, mirovbûn jî ew e. Wekî din ti carî mirov nebêje
ez welatparêz im, ez şoreşger im, ez sosyalîst im. Çawa şoreşgerên 14’ê Tîrmehê
pîvan danîn, wê hevalê jî pîvan danî. Ne tenê ji bo ciwanan, jinan, ji bo tevahiya
civakê danî. Yanî ku tu dixwaze bi azadî bijî, rêya wê ew e. Wekî din rê nîne.
Wer berê xwe dayin Ewropa, Emerîka, cihên din, li dû hin derfetên madiyatê
bezîn te nade jiyankirin. Ku tu dixwaze bijî rêya wê ew e ku tu berê xwe bide
welatê xwe. Tu yê di welatê xwe, gelê xwe, şehîdên xwe, têkoşîna xwe de xwe
timî kilît bike. Ew te dide jiyankirin. Hevala Dîdar ew bi her kesî da
fêhmkirin. Ji ber wê em deyndarê wê hevalê ne. Divê em deynê xwe bidin.
Têkoşîn bê meşandin
Çawa li zindana Diyarbekir Xeyrî, Kemal, Mazlûman, Akîf, Alî
Çîçek, Ferhat wana têkoşîneke bêhempa bi pêş xistin, pelekî nû vekirin, pîvanê
welatparêziyê, partîbûnê, milîtanbûnê bilind kirin, îro jî em dibînin li Zap,
Metîna Avaşînê vê xetê, vî ruhî di asteke bilind de tê jiyankirin. Çawa çalakvanê
14’ê Tîrmehê ruhê gelê Kurd, hêviya gelê Kurd mezin kirin, hêza gelê Kurd li
dijî dewleta Tirk diyar kirin, hêza PKK’ê nîşan da hem jî di şertên weke
zindana Diyarbekirê de, îro ew milîtanên li Zap, Avaşîn û Metînayê têkoşînê
dikin, fedaîtiyê dikin, dîrokê dinivîsînin jî weke wana ne tenê ruh didin gelê
Kurdistanê, ruh didin mirovahiyê. Hêzên demokrasî û azadiyê, bi têkoşîna wan û
hêviya xwe metintir dikin. Encama ku ew têkoşîna çêdike, li ser vî esasî ye. Di
vê têkoşînê de jinên Kurd hene, ciwanên Kurd hene. Vana ti carî ji bo xwe wê
têkoşînê nakin. Çawa li zindana Diyarbekirê wan hevalan li nava zor û zehmetiyê
de, li nava bêderfetiyê de şerekî îradeyê kirin, tenê bi îdeolojî û canê xwe ew
şer qezenç kirin, yên ku niha li Zap, Avaşîn û Metînayê wê têkoşînê dikin jî
heman weke wan di şertên pir zor û zehmet de, di nava derfetên pir kêm de û li
dijî dijminekî weke NATO de hêza duyemîn e, disekinin. Li dijî hemû balafir,
top, tank, fuzeyan, kîmyasalan, çekên taktîk ên nukleer, bombeyên pir mezin
disekinin. Bi coş disekinin û canê xwe didin. Lehengiyên mezin, dîrokiyeke
mezin didin jiyankirin. Hêza PKK’ê, gelê Kurd bi her kesî dide naskirin, dide
fêhmkirin. Şerekî mezin tê kirin. Eger îro li wan herêman ew şer di asteke
bilind de tê kirin, ku derbên mezin li dijmin dixin, ew ruhê ku Rêber Apo
afirandiye, ew ruhê Xeyrî, Kemal, Mazlûman, Akîfan wergirtiye, di zindana
Diyarbekir de di asta bilind de pêk aniye. Zîlan bêhtir asta wê bilind kir. Îro
qehremanên, fedaiyên Metîna, Zap, Avaşînê jî ew bilindtir kirine. Ji wan
pîvanan nizimtir milîtanî nabe, welatparêzî nabe. Li pêş çavên her kesî
fedaîtiyê dikin, bi gelê Kurd didin qezençkirin, bi mirovahiyê didin
qezençkirin. Yên ku hevalên wan bin, yên ku dixwazin bi wan re hevaltiyê bikin,
ew pîvanên ku wan danîne wê ji bo xwe bikin esas. Gelê Kurd, gelên li
Kurdistanê, yên ku li dijî dagirkerî, qirkerî faşîzmê ne, wê van pîvanan,
nirxên ku ew diafirînin ji bo xwe bikin esas. Baweriya min ew e ku ne tenê gelê
Kurd li her çar parçeyan, gelên Rojhilata Navîn jî, sosyalîst, hêzên demokrasî
û azadiyê jî wê li ser wî esasî têkoşîna xwe bi pêş bixînin. Û her ku diçe jî
paradîgmaya Rêber Apo, xeta Rêber Apo, ew ruhê ku ji bo mirovahiyê afirandiye,
pîvanên daniye, exlaqa ku afirandiye ji bo xwe esas werdigirin. Li ser wî esasî
pêngavan diavêjin, kes êdî nikare pêşî li wê bigire. Êdî Rêber Apo, PKK,
milîtanên PKK, jinên PKK’î, ciwanên PKK’î, gelê PKK’î hatiye naskirin. Di ruhê
her kesî de cih girtiye, her ku diçe wê hîn mezintir cihê xwe bigirin.”

0 Yorumlar