Ticker

10/recent/ticker-posts

Wezareta Derve ya Iraqê: Ji bo êrişên ser xaka Iraqê ti lihevkirinek bi Tirkiyeyê çênebûye!

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku ti hêcetek ji bo dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser serweriya xaka Iraqê nîne û got; “Hemû lihevkirinên derbarê vê mijarê de red dikîn, Tirkiye gelek caran dibêje, wana bi Iraqê re li hevkirine, lê ev yek ne raste.”


Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di bernameyek televziyonê ya di kanala KNN’ê de, behsa êrişên dewleta Tirk yên li ser serweriya xaka Iraqê kir.

Ehmed Sehaf destpêkê derbarê bombebarana dewleta Tirk û Îran yên li ser herêmên ser sînor kir û got; “Derbarê şermezarkirina hemû destdirêjiyên li ser xaka Iraqê, helwesta me zelal û diyare. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek kes şehîd bûne û bûne qurbanî. Destdirêjî bûye sedema bi hezaran kes koç bikin, derbarê mijarê de hemû car jî Wezareta Derve ya Iraqê bi awayek fermî helwesta xwe dijî êrişan ragihandiye û şermezar kiriye. Herwiha belgenameya nerazîbûnê jî ji bo wan aliyan bi fermî hatiye pêşkêş kirin.”

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê derbarê lihevkirinên li ser êrişên ser xaka Kurdistanê ku dewleta Tirk behs dike jî got; “Ti lihevkirinek ku rê bide dewleta Tirk bikeve nav xaka Iraqê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çênebûye. Bi ti awayî lihevkirinek ku rê bide destdirêjiya dewleta Tirk ku li ser yekîtiya xaka Iraq were kirin û gef li ser welatiyên medenî bixwe, nehatiye çêkirin.”

Ehme Sehaf behsa îdeayên dewleta Tirk ên ku dibêje ‘ Me bi Iraqê re lihevkiriye’ jî kir û got; “Gelek caran Tirkiye behsa lihevkirinek xwe ya bi Iraqê re dike, lê ev yek ne raste. Ya ku heyî tenê lihevkirinek di civîna navbera Tirkiye û Iraqê ku di serdema rejîma Baasê hatibû kirine. Ew jî wê demê hatibû gotin ku Tirkiye dikare 5 kêlometre bikeve nava xaka Iraqê. Lê ev jî wê bi agahdarî û razîbûna Iraqê pêkbihata. Lê ev lihevkirin piştî sala 2003’an bi dawî bûye, ew jî tenê lihevkirinek ya di civînekê de bû. Yanî ne lihevkirinek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bû. Ji bo vê Hikumeta Iraqê piştî sala 2003’an ne girêdayî wê lihevkirina ku di serdema rejîma Baasê de pêkhatibû. Em rê nadin ti aliyek serweriya xaka Iraqê binpê bike.”

Sehaf dawiyê de behsa êrişên Îranê jî kir û got; “Dema Komara Îslamî ya Îranê bi hêceta baregehên Îsraîlê Herêma Kurdistanê bombebaran kir, me yek ser bi zimanek tund daxuyaniyek da û êrişê şeremzarkir. Me daxwaza belgeyan kiriye, lê Îranê heya niha ti belgeyek pêşkêş nekiriye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar