Ticker

10/recent/ticker-posts

HRE: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li herêmên Marê û Şêrawayê di şer de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.


Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku di 21 û 25'ê Hezîranê de di navbera hêzên wan û dagirkeran de şer qewimî ye.

Li gorî daxuyaniyê, çalakî û şerê 21'ê Hezîranê li herêma Marê ya dagirkirî qewimî.

Di encama vî şerî de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 25'ê Hezîranê jî herêma Şêrawayê di navbera yekîneyên wan û hêzên dagirker de şer qewimî.

Di vî şerî de jî 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar