Baran Mawa - Rojev
Di civakê de rolê herî mezin yê xweparastina cewherî dikeve ser milê ciwanan. Parastina cewherî erkek xwezayî yê ciwanan e. Di dîrokê de jî tê dîtin bê ku kesek ji wan re bêje yan wek erk bide pêşiya ciwanan, ciwanan erkê xweparastina cewherî girtine ser milê xwe. Bi rêxistinê şoreşgerî, çalakiyên ciwanan û timên parastina cewherî li hember hemû dagirkerî û desthilatdariyê civaka xwe parastine. Bi ruhê xwe yê ciwantî guhertinên mezin di nava civakan de dane avakirin.
Hertim rol û mîsyonê herî giran yên di nava civakê de dane ser milê xwe û bi serkeftî bi encam kirine. Hêza hêviyê ya ku di ciwanan de heyî hertim ji bo civakan bûna bingihê guhertin û veguhertinê. Erkê parastina cewherî jî bi vê hêza ciwanan tê pêkanîn. Ji bo ku ev ruh û îradeya ciwanan were şikandin ji aliyê sîstema sermayedar û desthilatdar ve hemû cûrên êrişên derûnî û şerê taybet li ser ciwanan pêktînin. Li ser civakê şerê fîzîk û li ser ciwanan jî şerê taybet didin meşandin, ev şer jî derûnî û îradaya ciwanan tine dike. Ji ber ku sîstem dizana hêza ku li hembar desthildariya wan li berxwebide hêzan ciwanane ji bo wê destpêkê êrişî ciwanan dikin. Bi vî şerî hêvî û îradeya ciwanan dişkînin, nahêle ciwan di civakê de xwe nasbike, bi rol û mîsyona xwe ya parastina cewherî ku yek ji erkên herî girîng yên ciwanane rabin.
Bi şerê taybert yê ku li ser ciwanan didin meşandin dixwazin takekesiyê di kesayeta ciwanan de bidin rûniştkandin. Dema takekesî di ciwanek de hat rûniştkandin, ew ciwan ji civaka xwe qut dibe, di aliyê dîrok û exlaq de ketinekî pir mezin jiyan dike. Kor dibe, di derdor û civaka xwe de xwe berpirsiyar nabîne. Rol û mîsyona xwe ya di civakê de pêknayîne. Ev yek jî dibe kelemek li hember hatina gel hev û xwe rêxistinkirina ciwanan. Nahêle ciwan bi hevre bibin hêz û li hember sîstemê xwe bi parêzin. Ji ber ku dema ciwanek bikaribe xwe perwerd û rêxistin bike, wê bikaribe xwe ji cîhana hatî teng kirin rizgar bike. Wê bikeve ferqa hebûna xwe, di hebûna xwe de wê civak û erkê xwe yê di civakê de jî ferq bike.
Di civaka Mexmûrê de xwe rêxistinkirina ciwanan pir girînge. Pêwîste wek ciwanên Mexmûrê em li erk û berpirsyartiyên xwe rabin û bikaribin civaka xwe di aliyê parastina cewherî de ji êrişên ji derve biparêzin. Jixwe komîteyên parastina cewherî hene, dikarin di nava van komîteyan de xwe bi rêxistin bikin û civaka xwe di aliyê parastina cewherî de hîn zêdetir xurtir bikin. Wek fîzîkî dikarin di komîteyên parastina cewherî de cih bigrin û asta van komîtan bilind bikin. Li aliyê din jî ji bo di aliyê îdolojî de bikaribin xwe li hember şerê taybet yê li ser ciwanan tê meşandin bi parêzin, pêwîstî bi perwerdeya îdolojî û rêxistinkirina ciwanan heye. Di saziya ciwanan de xwe rêxistikirin, derbeyek li dijmin xistine. Ger em wek ciwanên Kurd rastiya dijmin baş bizanin wê hêrsa me ya tolhildanê jî zêdetir bibe. Emê wê demê bibînin ku dijmin dixwazin çi bi me bikin û niha çi li îrade û hestên me kiriye, emê bibînin çawan bi me dilîzin. Pewîste ciwan xwe perwerde bikin, rastiya dijminê xwe nasbike, hestên xwe yên welatparêziyên ji nû ve nas bike û bikaribe li hember dijmin xwe biparêze.

0 Yorumlar