Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Tehranê li gel Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî civiya. Di civînê de li ser çend mijarên cûda axivîn. Serokkomarê Îranê piştgiriya Îranê ya ji bo Iraqê dubare kir.
Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî serdana Tehranê kir û li gel Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî civiya. Piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de ji çapemeniyê re axivîn.
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî diyarkir di navbera Îran û Iraqê de peywendiyek baş heye û peywendiya navbera hikûmetên her du welatan bandorek mezin li ser herêmê dike.
Her wiha Reîsî da zanîn di rojên herî zehmet de Îranê piştgiriya Iraqê kiriye û got, “Wê ev piştgirî û peywendiya navbera her du welatan ti demê sar nebe û roj bi roj bihêztir bikin. Serdana Kazimî ya ji bo Îranê dikare bibe xalek ya bihêzkirina peywendiyên navbera her du welatan.”
Yek ji armancên sereke yên seredana Kazimî ku destpêkê serdana Erebistana Siudî kir û piştre derbasî Tehranê bû, ewe ku her du welatan nêzî hev bike ye. Ji beriya niha jî li Bexdayê çend hevdîtin di navbera rayedarên Îran û Erebîstana Siudî de hatibûn lidarxistin.

0 Yorumlar