Bersivên Gel;
-Dogmatizme.
-Bi qalip
tevgerîne.
-Terzê
fikirîna dewletê ye.
-Kansere.
-Xitimandine.
-Pirsgirêk
zêde kirine.
-Xantaltiya
saziyane.
-Bê aqilî
ye.
-Dijî
demokrasî ye.
-Quralparêziye.
Burokrasî
têgeheke Fransî û Yewnanî ye. Lewre peyva “buro” bi Fransî tê wateya “menzela
kar”, “masayê kar.” Peyva “krasî” jî bi Yewnanî tê wateya “rêveberî.” Dema
herdu peyv digihîjin hev, wek wate “rêxistinbûn û terzê xebatên saziyê
dewletê.” Mirov dikare têgeha burokrasiyê yekser bi terz û fikirîna dewlet û
desthilatdariyê ve girêbide. Lewre hem wek feraset bi desthilatdariyê ve
destpêkiriye, hem jî wek rêxistinbûn û xebitîn bi dewletê re eleqedere. Ev
têgeh di sala 1745’an de destpêkê ji aliyê fizyokrat û wezîrê Fransî Vîncent de
Gournay ve hatiye bikaranîn.
Peyva
burokrasî bi xwe re gelek nîqaş û gengeşiyan aniye. Lewre gelek aliyên
dewletparêz ev têgeh parastine û erênî dîtîne. Lê belê gelek aliyên demokrat û
sosyalîst jî rexne kirine. Li gel parastin û rexne jî heta niha ji ber
hişmendiya serwer dewletparêze, hemû alî jî bi terzê burokrasiyê fikîrîne û kar
kirine.
Burokrasî
terzekê rêvebirînê ye û ji bo hebûna dewletê nebe nabe ye. Lewre dewlet û
desthilatdarî ji derketina xwe heta niha bi hiyerarşî, quralên nivîskî,
biryarên sazî, zagonên huquqî, karên dijcivakî, hişkbûn û hwd... xwe birêxistin
kiriye. Bê gûman pêkhateyekî ku li ser van hîman xwe birêxistin kiribe, wê hemû
saziyên wê jî li gorî vê werin avakirin û rêvebirin. Mixabin dewlet jî dixwaze gel
bi vê hişmendiyê rêvedibe.
Lenîn ji
bo burokrasiyê dibêje; “dijminê hûndirîn yê civakê ku sosyalîzmê avakiriyê ye.”
Lewre sosyalîzma pêkhatî li ser dewlet û desthilatdarî hatibû avakirin. Ji ber
vê dewsa ku xizmeta civakê bike, li dijî civakê radibû. Nivîskar Azîz Nesîn ji
ber vê yekê gotiye; “burokrasî li serê dewletê jî û li serê sosyalîzmê jî belaya
herî mezine.” Sazî û dezgehên ku bi terzê burokrasiyê tên rêvebirin piranî
girîngî didin hiyerarşî, şikil, li hemberî pêwîstiyên civakê xemsarî, giranbûn,
quralên ne pêwîst û hwd. Yanî mirovan bê îrade û bê bîryar dihêlin. Li gel vê
jî sazî û dezgehan hem giran dike, hem jî bê bandor dike.
Di
demokrasiyan de burokrasî nabe. Demokrasî hişmendiyeke û xwe rêvebirina gele.
Yanî demokrasî wek burokrasî li ser quralên nivîskî ne, li ser exlaq û
polîtîkayê xwe birêxistin dike. Saziyên demokrasiyê li gorî pîvan û rêgezên
civakî xwe birêxistin dikin û wek terz jî demokratîkin. Rêbertî dibêje, “Dewlet
îdare dike, demokrasî birêve dibe.” Dewlet bi burokrasiyê re pirsgirêkan
girantir dike, demokrasî bi terzê xwe pirsgirêkan çareser dike. Ji ber vê wek
fikirîn jî, wek jiyan jî pêwîstî bi demokrasiyê heye. Îro pirsgirêkên civakî ji
ber belayê burokrasiyê bûne girêka kor. Ev girêk bingeha xwe ji dewlet û
desthilatdariyê digire.
Li cihekî
an saziyekî pirsgirêk zêde bin, pêwîste mirov li terzê xwe rêxistinkirin û
karkirinê meze bike. Ev terz li gorî çi ye? Pêwîste mirov bersiva vê pirsê
bide. Lewma hemû bi hişmendiyê re girêdayînê. Li gel ku Rêbertî li Kurdistan û
Rojhilata Navîn şoreşa zîhnî jî çêkir, ev terz di hin cih, sazî û kesan de hîn
jî xwe didomîne. Heta ku mirov di xwe de li ser esasê demokrasiyê şoreşa zîhnî
pêk neyne nikare bi awayek azad bifikire û bijî. Kes û civakê ku azad nebe, wê
li gorî hişmendiya dewlet û desthilatdariyê bijî. Ji ber vê divê mirov
çavkaniya pirsgirêkan di xwe û hişmendiya xwe de biguherîne.
Di roja me
ya îro de civak ji aliyê dewlet û desthilatdariyê ve ji her aliyê xwe hatiye
dorpêçkirin û hatiye fetisandin. Civak ne dikare li gorî pîvan û rêgezên xwe
jiyan bike ne jî dikare xwe birêxistin bike. Lewre hişmendiya burokrasiyê li
qada jiyanê hatiye serwerkirin. Jiyana heyî ji ber vê ji nirxê pêpar maye û bê
wate tê dîtin. Tiştê ku wate li jiyanê bar dike azadiyê. Azadî bi demokrasiye
re pêkan e û panzehîra jehra burokrasiyê jî demokrasiyê.

0 Yorumlar