Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Em bi israrin di derxistina van hilbijartinan de’

Xelkê Rojavayê Kurdistanê di derbarê hilbijartinên ku wê di 8’ê Tebaxê de pêkwere axivîn û gotin: “Emê bi felsefeya Rêber Apo û porjeya netewa demokrat, hilbijartinên xwe pêkbînin û rêveberiya xweser di Bakûr û Rojhilatê Suryê de tekes bikin û wê bibe mifteya çareseriya Rojhilata Navîn.”

Xurbet Tallî


Xelkê Rojavayê Kurdistanê têkildarî hibijartinên ku di rojên pêş de pêkwere ji rojnameya me re axivîn.

‘Em asta têkoşîna xwe nadin sekinandin’

Şaha Xelîl Endama Kongra Star ya Qamişlo da diyarkirin ku ew wek gelê Bakûr û Rojhilatê Suriye di demek girîng re derbaz dibin û got: “Em hemû jî dizanin ev 14 salin şoreşa Rojava hatiye destpêkirin, her wiha salên herî giran û zehmet hatine derbazkirin. Bi rêya kesên ku destên wan di komployên li ser me de hene, dixwazin gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyê bê bandor bikin, cidî neyê girtin yan jî vê şoreşê têkbibin. Em hemû jî girîngiya van hilbijartinan dizanin, ji bo ku ji tevahî cîhanê û yê ku naxwazin qebûlkirina me wek sîstema xweser di Bakûr û Rojhilatê Suriyê de were nîşandan ku çawan xwe bi rêve dibe, êriş li ser me tên kirin. Lê em bi israrin di derxistina van hilbijartinan de, ji bo em ji hikûmeta Erdogan û siyaseta cîhanê re bidin nişandan ku em gelê Bakûr û Rojhilatê Surî xwedî îrade û bawerî ne, di bin hemû şert û mercan de têkoşînê dikin. Armanca me ya lidarxistina van hilbijartinan ewe ku em wek gelê Bakûr û Rojhilatê Suriyê, li her kesê bidin qebûl kirin ku em hene xwedî îrade ne û em asta têkoşîna xwe nadin sekinandin.”

‘Dixwaze vê hilbijartinê asteng bike’

Endama Kongra Star ya Qamişlo Şaha Xelîl bi van gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Ji destpêka şoreşê heta niha em di bin êrişên leşkerî de jiyan dikin. Wek tê zanîn di 2017 û 2018’an de jî di bin şert û mercên herî giran de hilbijartinên me hatin kirin. Her wiha sala derbazbûyî çeteyên DAIŞ’ê dîsa êriş kirin, dixwestin Bakûr û Rojhilatê Surî talan û wêran bikin lê dîsa jî me hilbijartinên xwe yên şaredariyan û Meclîsan nesekinandin. Armanca deweleta Tirkiye û hevalbendên wî her wih dewleta Surî û Îran jî naxwazin rêveberiya xweser li vêderê xwe bi rêxistin bikin, ji ber wê her tim bi rêya şerê taybet û balefirên deweleta Tirkiyê êriş dikin. Naxwazin rengê demokratîk di Bakûr û Rojhilatê Suriyê de deribikve, ji ber ku ne li gorî berjewendiyê wane. Lê em dibêjin emê bi felsefeya Rêber Apo û porjeya netewa demokrat, hilbijartinên xwe pêkbînin û emê vê rêveberiya xweser di Bakûr û Rojhilatê Suryê de tekes bikin û wê bibe mifteya çareseriya Rojhilata Navîn.”

‘Emê ti carî gav paşde ne avêjin’

Her wiha Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan ya Qamişlo Ebêd Etê jî bilêv kir ku ev çend rojin amadekariyek mezin ji bo hilbijartinên şaredariyan tên kirin û wiha peyîvî: “Ev hilbijartin berhemên şoreşa 19’ê Tîrmehê ye. Gelê me bi vê hilbijartinê peyamê dide hemû cîhanê û bi taybet ji bo herêma Suriye ku gel wê çawan xwe birêxistin bike, namzetê xwe hilbijêre û xwe bi rêve bibe. Her kes jî dibîne li rûxmê hemû şert û mercên herî giran yên li Rojava tê jiyan kirin jî, gelê me roj bi roj pêşdikeve, girêdana xwe ya bi şehîdan re xurtir dike û li ser xeta Rêber Apo têkoşîna xwe berdewam dike. Em bi bawerin wê gelê me bi awayek baş tevlî van hilbijartinan bibin û xizmetguzariyek baş jî were kirin. Li rûxmê vê jî di van rojan de êrişên dewleta Tirk û bi taybet jî nerazîbûnên hikûmeta AKP-MHP ku eşkere dibêjin em van hilbijartinên li Bakûr û Rojhilatê Suriye qebûl nakin derdikeve pêş. Li gorî nêrînên wan ev xeteriyeke li ser sînorê wan. Lê îro me tometbar dikin, dibêjin ev li ser desthilatdariya me xeteriyeke. Diyare çi ji destê wan were dê bikin, lê bila her kes bizanibin wê nikaribin îradeya me bişkîne, emê her tim li pey Serokê xwe, xeta şehîdên xwe bin û emê projeya Netewa Demokratîk pêşbixînin û emê ti carî gav paşde ne avêjin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar