Jina ciwan Rûken Botan ya ku beşdarî perwerdeya Jineolojî dibe, têkildarî perwerdeya ku dibîne axivî û got: “Di vê perwerdeyê de em bi zimanê dayîka xwe daxivin, hem di aliyê kesayet de û hem jî di aliyê fikir de hevdû baştir nasdikin.”
Xurbet Tallî
Li wargeha
penaberan a Mexmûrê di sala 2016’an de Komîteya Jineolojî hat avakirin.
Komîteya Jineolojî ji sala hatî avakirin ve di nava wargehê de ji bo pêşxistin
û rêxistinkirina jinan xebatên cûr be cûr dimeşîne. Komîteya Jineolojî ji bo
zanista Jineolojî û girêdayî giştî xebatên pergalê, dem dem dewreyên perwerdê
vedike.
Bi qasî sê
salane komîteya Jineolojî ji bo endamên xwe her heftê du şevan perwerde dide.
Mijarên ku di perwerdê de têne nîqaşkirin wiha ne; Li ser dîroka têkoşîna jin,
hevjiyana azad, zanista Jineolojî, bi vê ve girêdayî li ser 9 rehendên
paradîgmaya Netewa Demokratîk, 5 rêgezên birdoziya rizgariya jin, perwerde têne
dayîn. Her wiha jinên ku beşdarî perwerdeyê dibin lewaziyên xwe yên heyî nîqaş
dikin, digihijin biryarekê û bi wî awayî perwedeya xwe didomînin.
Rûken Botan ku endameke beşdarî perwedeya Komîteya
Jineolojî dibe, ji rojnameya me re axivî û bang li jin û dayîkên Wargeha Mexmûr
kir ku ji bo xwe zana bikin pêwîste beşdarî dewreyên perwerdeyê yên Jineolojî
bibin.
‘Ji
pêşeroja xwe bê agahî ye’
Rûken
Botan diyar kir ku ev perwerde heftiyê dû rojan, sêşem û çarşemê şev demajimêr
20:00 heta 22:00’an tê dayîn û wiha peyîvî: “Beriya ku ez beşdarî perwerdeya
Jineolojî bibim jî ev perwerde hebû. Di vê perwerdeyê de wek jin em xwe bi xwe
mijarên xwe diyar dikin. Em li ser mijarên ku têde kêm mayîn nîqaşdikin,
digihijin biryarekê û li ser wan mijaran perwerde dibînin. Di vê perwerdeyê de
em bi zimanê dayîka xwe daxivin, hem di aliyê kesayet de û hem jî di aliyê
fikir de hevdû baştir nasdikin. Dema ez beşdarî vê perwerdeyê bûyîm, me pirtûka
Heval Helmet ya Dîroka Kurdistanê xwend. Dema me ev pirtûk xwend, me ferq kir
ku di hinek mijaran de agahiyên me nîne. Ji ber ku eger mirov dîroka xwe
nizanbe wê nikaribe pêşeroja xwe jî bi rêve bibe, her wiha ji pêşeroja xwe bê
agahî ye. Ji bo wê jî me bi pirtûka Dîroka Kurdistanê re zanî ku dîrok ji bo me
çiqasî girînge û em dikarin pêşerojê çibikin, ji dîrokê çawan ders derxînin. Bi
wê ve girêdayî di erdnîgariya Kurdistê de em têgihiştin ku kîjan ol, bawerî,
çand û civakan çawan jiyankirine. Dema ku mirov dîroka xwe nasdike, civaka ku
di nav de jiyan jî dike çawabûna wê û ji kîjan astê hatiye vê astê, hîn baştir
fêhmdike. Her hevalekê ji vê pirtûkê mijarek girt ser milên xwe û li ser
semîner dan. Dema mirov li Jineolojî temaşe dike, dibîne ku Jineolojî zanebûn,
hêz û rêxistin çêdike.”
‘Civakbûyîn
û komînalbûyînê jî bide avakirin’
Rûken
Botan di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Di vê perwerdeyê de me di nava
xwe de nîqaş kir ku ji bo em bikaribin xwe di anîna ziman de baş bidin
îfadekirin, me pêwîstî bi perwerdeya telafûskirin, xweş axiftin, xîtabet û rast
axaftina di tîpên zimanê Kurdî de jî dît û em niha wê dersê dibînin. Di vê
perwerdeyê de wek jin hevdû teşwîqkirin, her wiha hêz dayîna hev û hevdû hîn
baştir fêhmkirin jî çêdibe. Bi wê ve girêdayî wek jin êdî wê hêzê di xwe de
dibîne û bi derdor re civakbûyîn û komînalbûyînê jî dide avakirin. Banga min ji
bo hemû jinên ciwan û dayîkên wargehê ewe ku ji bo bikaribin di aliyê xwe
îfadekirin û zanebûnê de pêşbêxin, beşdarî dewreyên perwerdeyên Jineolojî
bibin.”
0 Yorumlar