Mij girtiye van waran, çiyayên welatê min li hêviya rojên xweş û bedew in. Roj, zû rûyê xwe nîşan dide li vî welatî. Ji ber wê yekê, ji vî warê bedew re gotine xaka pîroz.
Werin em
bigerin li vî welatî. Em bigerin û bibînin xweşî û bedewiyê. Çiqas em pesin
bidin jî nayê ziman, em bi tu hevokan nikarin bêjin çiqas şêrîne ev war.
Şaristanî ji van diyaran belav bûye. Ji ber wê, ev jîngeh bûye xemla welat.
Vaye wê
mij û moran belav bibe û roj hilbe. Çiyayên bedew rengê xwe yê serhildêr nîşan
bide. Newal û çem, kanî û rûbar, lat û zinar, dar û devî wê xemla xwe
girêbidin. Em li dilê Kurdistanê ne, li warê Seyîd Riza, di nav pakrewan û
gorbûhiştan de. Em li Dêrsimê ne, Dêrsima rengîn û bedew…
Dema mijar
dibe herêma Dêrsimê, kelecaneke cuda dilê mirovan dorpêç dike. Bajarê ku
çiyayên asê hembêza xwe jêre vekirine, bi taybetiyên xwe yên dîrokî û bi
dewlemendiyên xwe yên xwezayî dide xuyakirin ku evder cihekî taybet e, warekî
hêja ye.
Dersîma ku
her çar demên salê bi dewlemendiyên xwe yên cur bi cur mirovan pêşwazî dike,
herî zêde jî bi xwezaya xwe ku wekî perçeyê bihûştê ye tê nasîn. Bi çem û
robarên ku avên wan sar, bi çiyayên xwe yên asê û bi heybet, bi dar û
daristanên xwe yên bedew, navendeke jêneger e.
Ev xwezaya
dewlemend û rengîn di hembêza xwe de cih dide gelek deverên qedîm û dîrokî.
Niha jî em ê hewl bidin ku behsa yek ji van bermahiya dîrokî ku di hembêza
xwezayê de ji xwe re cih dîtiye bikin.
Ev der
Pira Ribatê ye…
Pira ku
her wiha jê re dibêjin Pira Kevirî…
Berî ku em
we di ser pirê re derbas bikin û li vê bermahiya newaze bigerînin em ji Geliyê
Ribatê dest bi gera xwe bikin.
Geliyê
Ribatê, di navbera sêgoşeya bajarê Dêrsim û navçeyên Xozat û Pertagê de cih
digre. Ev geliyê ku ji hêla çiyayên asê ve hatiye dorpêçkirin, malovanî ji
gelek deverên xwezayî re dike. Di nav geliyê Ribatê de du şiravên ku
bilindahiya wan 150-200 metre heye. Ava ku di geliyê Ribatê de diherike can
dide xwezaya xwe. Dar û berên li ber avê û di qûntara çiyê de xwezaya vê deverê
hê dewlemendtir dike.
Teht û
zinarên di Geliyê Ribatê de dide xuyakirin ku ev herêm çiqas asê ye. Ji ber ku
van çiyayan xwezaya xwe ji her xirabiyê parastiye. Dema mirov hatine, di
destpêkê de bi xwezayê re bûne heval. Paşê ev der ji wan re bûye jîngeh.
Hevaltiya
mirov û xwezayê wek peymaneke nenivîsandî ye. Lê paşê mirovên xirab hatine û ev
peyman xirakirine. Xwestine xwezayê di bin desthilatdariya xwe de bifetisînin.
Ev şerê başî û xirabiyê bû. Şerê li hember dagirkeriya mirovan!
Geliyê
Ribatê ne tenê bi xwezaya xwe, her wiha bi bermahiyên xwe yên dîrokî jî mirovan
li xwe heyran dihêle. Keleha Ribatê yek ji van bermahiyên dîrokî ye. Keleha ku
ji dema Ûrartûyan heta roja îro hatiye, bi zinarên derdora xwe wek parastgehek
newaze ye.
Wekî me di
serî de jî anî ziman ji vê pirê re dibêjin Pira Kevirî jî. Tê texmînkirin ku ev
pir di serdema navîn de hatiye çêkirin. Di çêkirina wê de kevirên jêkirî û yên
moloz hatine bikaranîn. Ji ber teknîk û xerca ku pê hatiye çêkirin, li gel
pêvajoya sedan salan rastî texrîbateke mezin hatibe jî, îro hê jî li ser piya
ye. Bi ava ku di bin re derbas dibe, dîtaberiyeke bêhempa radixe ber çavan û
herdû aliyê çem bi saya wê hevdû hembêz dikin. Ev pira qedîm, ger li kîjan
deverê dinyayê bûya em bawerin wê bi her awayê bihata parastin. Lê mixabin Pira
Ribatê gelek rastî texrîbatê hatiye.
Ava Geliyê
Ribatê di demsala zivistanê de rê nedaye karwanan û mirovên çiyayî. Wan jî ji
bo xwe vê pira kevirî ava kirine. Wisa xuyaye Pira Kevirî, di dema xwe de gelek
karwan di ser pişta xwe re derbas kiriye û oxira wan kiriye. Di nav van çiyayên
asê de bûye pira di nav bera dû çiyayan de.
Dema mirov
li derdora pirê digere rastî hin bermahiyên din yên dîrokî tê. Kevira gorê ya
serberan yek ji van bermahiya ye. Xuyaye kevir behsa gelek tiştan dike. Li ser
kevir hin fîgur û şeklên nivîsandî hene. Mirov dikare bêje nîşaneyeke di
derbarê dîroka vê herêmê de. Dîsa hin şikeftên dîrokî û gorên zinaran jî
bermahiyên dîrokî ya Geliyê Ribatê ne.
Her wiha
em bibîr bixin ku ev pira dîrokî, Keleha Ribatê û hin bermahiyên din yên Geliyê
Ribatê, ji hêla Lijneya Parastina Bermahiyên Çandî ya Erziromê ve bi pileya
yekem wek qada SÎT a arkeolojîk hatiye îlan kirin.
Geliyê
Ribatê bi tevahiya hebûna xwe wek bermahiyeke dîrokî û jîngeha mirovahiyê ye.
Pira Kevirî jî bi herikîna ava zelal û xweşikbûna derdora xwe mîrateyeke welatê
me ye. Ev taybetiya geliyê Ribatê, nirx û qedrê Dêrsimê hê bilindtir dike û vê
diyarê bêhtir xweş dike.
Serdar
Altan

0 Yorumlar