Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 8’an didome.
Çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, bi dewr girtina koma heştemîn berdewam dike.
Piştî ku şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Mexmûrê kom bûn, çalakî bi rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma heftemîn Mamosta Ebdulah Kapar axivî.
Ebdulah Kapar di destpêka axaftina xwe de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Her nêzîkatiya dijmin ya ku li hemberî Rêbertiya me tê meşandin li hemberî hebûn, nasname, azadî û demokrasiya gelê Kurd jî tê meşandin. Rêber Apo ji bo gelê Kurd û mirovahiya pêşverû ku bikaribe xewn û xeyalên azadiyê pêkbînin û bi rastiya xwe bijîn, firsendeke dîrokî ye. Gelekê ku li Rêbertiya xwe xwedî dernekeve, wî gelî azadî û jiyan heq nekiriye. Ji bo vê jî em weke gelê Kurd, emê heta dawiyê bi Rêberê xwe re bimeşin û tişta ku bikeve ser milê me çi dibe bila bibe emê pêk bînin.”
Piştî axaftina Kapar, çalaliya nobetê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dewrî koma heştemîn hate kirin.





0 Yorumlar