Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê ya ku di 23’ê Kanûnê de pêkhatî û têde Endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Evîn Botan, Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi navê Abdurahman Kizil hatibûn şehîdxistin, şermezar kir.
Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê (NÇHM) bi daxuyaniyekê komkujiya Parîsê ya ku di 23’ê Kanûnê de pêkhatî û têde Endama Konseya Rêvebir a KCK’ê Evîn Botan, Hunermend Mîr Perwer û welatparêzê bi navê Abdurahman Kizil hatibûn şehîdxistin şermezar kir. Beriya ku daxuyanî were xwendin di kesayeta her sê şehîdên komkujiya Parîsê de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Kevana Zêrîn Ruheyv Efrîn ve hat xwendin.
Daxuyanî wihaye:
“Bi salane em tên kuştin, em tên tunekirin, qetilkirin û hebûna me tê windakirin. Lê êdî dem hatiye ku em jî dengê we bilind bikin û bêjin bese ji faşîzma û bêmafiyê re. Em jî weke Navenda Çand û Hunerê û Kevana Zêrîn ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî komkujiya li Parîsê li himber rêhevalên me pêkhatîn em şermezar dikin, heval Evîn, Mîr û Abdurahman wê ji bo me soza tolhildanê be.
Banga me ji bo hemû kesên ku dibêjin em xwedî mafin û edaletê diparêzin dikîn, em dibêjin hun çidikin û çima hun ji bêmafiyê re bêdengin. Bi salan e em tên kuştin, çanda me tê qedexekirin, hunermendên me tên kuştin, heyîna sitranên me tên windakirin gelo ev çi bêmafiye? Hemû hevkarên dewleta Tirk bila bizanibin emê li himberî ti bêmafî û neheqiyan çok nedanin û li berxwe bidin. Bi stiranên xwe tola hemû hevalên xwe hilînin û em nahêlin ku dengê li pey wan mayî nîvço bimîne, Emê ji bo wan hertim soza xwe ya têkoşînê bilind bikin.”
Piştî daxuyaniyê parçeyek ji stirana ‘Ez Şehîdim’ hat gotin û piştre bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bidawî bû.

0 Yorumlar