Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo Şehîd Bahoz li Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayê HPG’ê yê bi navê Bahoz Mijînî (Micahîd Tok) ku li gel sê hevalên xwe di encama şerê li hemberî dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastina Medya şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ji bo gerîlayê HPG’ê Bahoz Mijînî (Micahîd Tok) konê sersaxiyê hat danîn. Bi tevlîbûna hemû sazî û destgehên wargehê şêniyên wargehê berê xwe dan konê ku ji bo şehîd Bahoz Mijînî hatî danîn. Li wê derê beriya ku dest bi axftinan were kirin, di kesayeta Şehîd Bahoz de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Endama Kordînasyona Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek axivî.

Xurbet Îşlek di destpêka axaftina xwe de di kesayeta şehîd Bahoz de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîranî û got: “Em di serî de dibêjin serê Serok Apo saxbe, rêhevalên wî û tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz saxbe. Em her roj şehîdên weke şehîd Bahoz didin, ruxmê ku van pênc mehên dawî de şerekî dijwar û bê edaletî  yê ku bi kîmyabaranê êrişî gerîlayên azadiya Kurdistanê jî dikin, heval Bahoz soza ku dayî gelê xwe û hevalên xwe heta merteba şehadetê meşand.”

Her wiha Xalê Şehîd, Sebrî Mijînî jî axivî û diyar kir ku ew ti caran gazind û hêviyan ji dijimin nake û wiha pêde çû: “Em çiqas xwînê birêjin jî wê rêxistina me gav paşde ne avêje, ji ber ku em mafê xwe yê rewa diparêzin. Em jî dibêjin destpêkê Serê Rêbetiya me saxbe, serê rêhevalên wî yên di çeperan de li ber xwe dide û tevahî gelê Kurd yê xwedî wijdan saxbe.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar