Ticker

10/recent/ticker-posts

PDK’ê bê rêzî li malbata Edhem Barzanî kir

Li gorî agahiyên hatî bi destxistin di dema vegera malbata Edhem Barzanî de, li deriyê sînor ê Hacî Omeran bê rêzî li wan hatiye kirin û weke sucdaran nêzîkatî li gel wan hatiye kirin.


Li gorî agahiyên hatî bi destxistin hinek endamên malbata Edhem Barzanî yên bi navê Hêvî Edhem Barzanî û kurê wî Hêvyar, Hêdî Edhem Barzanî û malbata wî, Hêvar Edhem Barzanî û malbata wî û sê kesên din dema ji Rojhilatê Kurdistanê vedigerin, di deriyê sînor yê Hacî Omeran de weke sucdaran nêzîkatî li gel wan hatiye kirin.

Hêzên PDK’ê li ber çavê hemû welatiyên li Deriyê Sînorê Hacî Omeran lêkolînê li malbata Edhem Barzanî kirine.

Her wiha li gorî heman agahiyan piştî ku Edhem Barzanî ji vê buyerê hatiye agahdarkirin, biryar daye ku heta demek nediyar ji Rojhilatê Kurdistanê ne vegere Herêma Kurdistanê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Edhem Barzanî neviyê Şêx Ehmed Barzanîye û pismamê serokê PDK’ê Mesud Barzaniye. Ji beriya niha di nava rêzên PDK’ê de kar dikir. Di dawiyê de dev ji PDK’ê berda û ji ber wê PDK’ê parazvan û mesrefa wî jê stand. Her wiha di demên borî de çend caran serdana Îranê kiribû. Li ser vê yekê bi xwe destnîşan kiriye ku bi mebesta çareserkirina nexweşiyan serdana Îranê kiriye. Lê PDK’ê ji bo vegera wî astengî çêkir.


Yorum Gönder

0 Yorumlar