Ticker

10/recent/ticker-posts

Karayilan: Dijmin di şexsê şehîd Ebûzêd de welatparêziya Wargeha Mexmûrê kir hedef

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi boneya şehadeta Ebûzêd Dêrhînî ji bo malbata şehîd nameyek sersaxiyê weşand. Karayilan got; “Dijmin di şexsê hevalê Ebûzêd de welatparêziya Wargeha Ş. Rûstem Cûdî kiriye hedef. Li hemberê vê di serî de gelê me yê li wargehê ku heya niha bi fedekariyeke mezin rûmetekê temsîl dike, di Kurdistanê de îro xwedan cih û warek e, divê li ser şopa van şehîdên qehreman ên wekî Ebûzêd bimeşin û têkoşîn bikin. Parastina xwe ya cewherî xurt bikin û li hemberî dijmin hîn zêde bi dijwarî têkoşînê bilind bikin.”


Di 29’ê Tebaxa 2022’an de de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta dagirker a Tirk malek penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû.

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan bi wesîleya şehadeta Ebûzêyd Abdullah nameyeke sersaxiyê weşand. NameyaMûrad Karayilan bi rêya Saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Gel a Wargehê radestî malbatê hate kirin.

Nameya Karayilan ya ji bo malbata şehîd Ebuzêd Dêrhînî wiha ye:

“Malbata hêja;

Di êrişa dewleta Tirk a faşîst, bêbext û tirsonek de şehadeta heval Ebuzêd em pir xemgîn kirin. Ez bi navê rêveberiya tevgera me, ji bo tevahî ferdên malbatê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo tevahî gelê me yê hêja yê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û ji bo tevahî gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Em dibêjin xwedê rehmeta xwe lê bike. Kesekî weke heval Ebûzêd paqij û rast li her derekê wê cihê xwe bi rûmet be. Em wekî tevger êş û xemgîniya we parve dikin. Soza me dayî şehîdên qehreman, em ji bo şehîdê hêja; rêheval Ebûzêd careke din dûbare dikin. Em dibêjin,’Ey şehîdê hêja; bila dilê te şad be, wê xwîna te li erdê nemîne. Xem û xeyalê te, wê bibin heqîqet. Di rêya we de heya Kurdistana azad û serfiraz emê bi bîranîna we têkoşînê bilind bikin. Emê heya dawiyê bi vê soz û peymana me dayî we de girêdayî bin.

Nimûneyek mezine

Heval Ebûzêd di şoreşa me de kesekî xwedan ked bû. Keda xwe ya nêzî 35 salan heye. Ez bi xwe welatparêz û şoreşgerê hêja Ebuzêd 29 sal in nas dikim. Bi gelek xebat, ked, rastî û cesareta wî re bûme şahîd. Bi sekna xwe ya welatparêzî, di welatê xwe de girêdayî, bi sekna xwe ya bi biryar nimûneyekî mezin e. Hevalê Ebûzêd di Kurdistanê de sembola welatparêziyê, mêrxwazî û fedakariyê ye. Bi rastî, paqijî û bi sekna xwe bawerî dide mirov, di soza xwe ya girêdayibûnê de nimûnekî mezin e.

Bi Serok Apo ve girêdayî bû

Hevalê Ebûzêd wekî kesekî ji Botanê, ji gundê Dêrahînê, ji eşîra Goyiyan bi keda xwe ya salan û bi têkoşîna xwe eşkere kir ku ew wekî temsîla welatparêziya Botanê bû xwedan rol û rûmet. Bi dûrûstî, paqijî û bi sekna xwe nirxê mirovatiyê û yê hevaltiyê temsîl dikir. Şehîd Ebûzêd wekî heval û welatparêzekî bi Serok Apo, bi Kurdistanê û bi şehîdan ve pir girêdayî bû. Mirov dizanibû ku tû tiştek nikare ew girêdana wî ya bi van nirxan û biryarbûna wî bandor bike.

Ne êrişek ji rêzê ye

Ne tiştekî hêsane ku bi salane di karê şoreşê de bi dûrûstî, fedekarî û bi cesareta xwe ewqasî bawerî çêkirin. Tê dîtin ku dijmin jî dizanî heval Ebûzêd çi temsîl dike. Kesekî çawa hîmê welatparêziya Kurd temsîl dikir, dijmin baş dizanî. Ew êrîşa li ser hevalê Ebûzêd ne êrîşekî ji rêzê ye. Êrîşekî pir bi hesab û bi plan e û wisa biryar dane û pêk anîne. Dijmin di şexsê hevalê Ebûzêd de welatparêziya Wargeha Ş. Rûstem Cûdî kiriye hedef.

Hedef welatparêziya Botanê ye

Esas hedef welatparêziya gelê wargehê ye; welatparêziya Botan û ya gelê Kurdistanê ye. Me dît ku di heman rojan de li herêma Soran, li Kifriyê welatparêzê hêja Mamoste Şemal jî wisa bi şêwazekî bêbext hate hedef girtin. Di şexsê welatparêz Mamoste Şemal de welatparêziya Soran kirin hedef. Dijmin ji welatparêziya Soran ditirse, ji ber wê kirin hedef.

Dijmin ji sekna wargehê ditirse

Dijmin ji welatparêzî û sekna xelkê me yê Wargeha Ş. Rûstem Cûdî jî pir ditirse. Ji ber wê wekî sembola wê hevalê Ebûzêd kire hedef. Çawa ku par li Rojavayê Kurdistanê wekî sembola welatparêziya Rojavayê Kurdistanê Yusif Gulo kirin hedef, a niha jî di Wargehê de hevalê Ebûzêd kirin hedef. Ev êrîşên dewleta Tirk a faşîst û qirker li ser welatparêziya gelê Kurd e. Ew bi van êrîşên xwe dixwaze welatparêziya li Wargehê tê temsîl kirin, derbe lêxe û tesfiye bike. Bi esasî dijmin dixwaze wargehê belav bike û tasfiye bike. Bi van êrîşan tirs û xofê çêke û wisa siyaseta xwe serwer bike. Hedefa xwe ev e. Hedefekî xwe yê wisa polîtîk û qirêj heye.

Parastina xwe ya cewherî xurt bikin

Li hemberê vê di serî de gelê me yê li Wargeha Ş. Rûstem Cûdî, ku heya niha bi fedekariyeke mezin rûmetekê temsîl dike; di Kurdistanê de îro xwedan cih û warek e, divê ku li ser şopa van şehîdên qehreman ên wekî Ebûzêd ên bi biryareke mezin bimeşin û têkoşîn bikin. Parastina xwe ya cewherî xurt bikin û li hemberî dijmin hîn zêde bi dijwarî têkoşînê bilind bikin. Ji bo vê hevgirtin, ji bo vê rêxistin kirin, ji bo vê avakirina ruhê şoreşgerî, welatparêzî û yekbûniyê teqez di nav xwe de ava bikin. Wisa bibin bersiv. Di vê serdema girîng de pirsgirêkên navxweyî çi bibe bila bibe, divê ku gelê me yê wargehê ji van êrîşên dijmin ên li ser rûmeta Wargehê encam derxîne û teqez divê rêxistin û yekbûna xwe xurt bike. Wisa ji bo dijmin bibe bersiv. Divê bi vî awayî ruhê Şehîd Ebûzêdan temsîl bike, li hember sîxûr û neyaran bi yekdestî raweste û wisa xeta şehîdan temsîl bikin.

Cardin li hemberî vê tevahî welatparêzên Kurdistan, rewşenbîrên gelê Kurd; divê hîn zêde li hember qirkerî û dagirkeriya Tirk xwedan helwest bin û têbikoşin. Em bi welathezî û biryardariya ku heval Ebûzêdan temsîl kirî, dikarin hemû êrîşên dijmin têk bibin û serbikevin. Ev tiştekî mîsoger e.

Di vê dema dîrokî û girîng de ew êrîşa li ser şoreşger û welatparêzê hêja, kedkarê mezin; heval Ebûzêd wisa dibînin. Ev êrîş ne êrîşekî ji rêzê ye. Erîşekî bi plan e û divê malbata me ya hêja, bizanibin ku di malbata wan de şexsiyetekî wekî Ebûzêd derketiye ku di çavê dijmin de bûye kelem. Dijmin wisa bi planekî taybet xwestiye şehîd bike. Ew ji malbatê û ji bo hemû mal û mirovan şerefek e ku kesekî wekî Ebûzêd ji wê malbat û derdorê derketiye. Wisa bi xebat û keda salan xwe ispat kiriye; gihîştiye asta sembola welatparêziyê. Divê hemû xelkê Wargehê, mîlîsên Wargehê û ehlê malbatê li ser van esasan nêzî şehadeta heval Ebûzêd bibin. Li ser vî esasî têkoşîna Şehîd Ebûzêdan û têkoşîna şopdariya şehîdan de hîn zêde bi biryar tevbigerin. Wisa em bi têkoşîna şoreşgerî bi tolrakirin û bilind kirina ala wan ve, şehîdan bikin kesên nemir. Bîranîna wan di avakirina Rêberiya azad û Kurdistana azad de bidin jiyankirin.

Li ser van esasan em cardin ji bo tevahî gelê me yê Wargehê, ji bo tevahî hevalên mîlîs û ji bo hevjîna rêhaval Ebûzêd ya hêja, dîsa ji bo hemû zarokên heval Ebûzêd û ji bo hemû ehlên malbatê sersaxiyê dixwazin. Di şopdariya şehîdê qehreman de, em ji bo we hemûyan serkeftinê dixwazin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar