Ticker

10/recent/ticker-posts

HRE'yê lê da: 16 dagirker hatin bê bandorkirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li herêmên dagirkirî li dijî dagirkerên dewleta Tirk çalakî kirin. Gorî daxuyaniya HRE’yê 16 dagirker hatine kuştin ku 4 ji wan leşker in.


Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li hember heremên me bênavber berdewam dikin. Li hember van êrişen faşizan di çarçoveya parastina rewa de çalakiyên me yên bersivdayinê berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 23’yê Tebaxê de, li gundê Meryemînê ya navçeya Şera, li hember baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyek taybet hat lidar xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerên dagirker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Ji ber ku encamê vê çalakiyê dereng hate zelalkirin, em niha bi raya giştî re parve dikin.

Di roja 4′ ê Îlonê de, li gundê Kil Cibrîn ê navçeya Ezazê, li dijî baregehek artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hate lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dagirker hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Di roja 7’ê Îlonê de, li eniya Hirbilê ya girêdayî herêma Şehba, di encama çalakiyek de 4 çeteyên dagirker hatin kuştin, 1 çete jî birîndar bû. Di vê çalakiyê de seyareyek çeteyan jî hat rûxandin.

Di roja 8’ê Îlonê de, nêzî gundê Şêx Îsa ya girêdayî bajaroka Til Rifatê di encama çalakiyek hêzên me de leşkerek dagirker hat kuştin.

Di roja 9’ê Îlonê de, li Cerablûs û li bejahiya herêma Efrînê du çalakiyên bibandor hatin li dar xistin. Di encama çalakiya Cerablûsê de 2 çete hatin kuştin û motorek çeteyan hat ruxandin. Di çalakiya din de jî depoyek cebilxaneyê ya çeteyên dagirker hat hedef girtin. Di encama vê çalakiyê de 6 çete hatin kuştin, depoya cebilxane bi temamî hat ruxandin.

Di encama van 6 çalakiyan de bi giştî 4 leşker û 12 çete hatin kuştin, 3 leşker û çeteyek jî birîndar bûn. Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, çalakiyên me yên bersivdayinê wê dewam bikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar