Ticker

10/recent/ticker-posts

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên Cîlo şehîd bûne eşkere kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya ya HPG’ê bi daxuyaniyê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a di 22’ê Hezîranê de li herêma Cîloyê pêkaniyî de sê gerîlayên azadiya Kurdistanê şehîdbûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di derbarên êrişa dewleta Tirk a dagirker a di 22’ê Hezîranê de li herêma Cîlo pêkaniyî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: “Di 22’ê Hezîrana 2022’an de di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de milîtanên Apoyî yên li herêma Cîloyê hevalên me Çekdar, Arjîn û Avent şehîd bûne.Ev hevalên me demeke dirêj li herêma Cîloyê bûn û bi têkoşîna xwe derbên giran li dijmin dan. Em ê tola hevrêyên xwe Çekdar, Arjîn û Avent ên ku fermandarên hilbijartî û ciwan ê gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bûn, bistîninn û em sozê didin ku em ê têkoşîna wan bi serfiraziyê tacîdar bikin.

Nasnameya gerîlayên şehîd wiha ye:

Nasnav: Çekdar Gabar

Nav û paşnav: Ferhat Acar

Cihê jidayikbûnê: Kocaelî

Navê dê û bav: Behîcan – Adil

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022’yan/Cîlo

Nasnav: Arjîn Çinar

Nav û paşnav: Hatîce Dînç

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Melîha – Necmettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022’yan/Cîlo

Nasnav: Avent Şikefta

Nav û paşnav: Şehristan Yilmaz

Cihê jidayikbûnê: Êlih

Navê dê û bav: Ayşete – Îzettîn

Dîrok û cihê şehadetê: 29’ê Hezîrana 2022’yan/Cîlo

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

Çekdar Gabar

Hevrê Çekdar bi eslê xwe ji Cizîrê ye û li Kocaeliyê ji dayik bûye lê piştre malbat vegeriyaye Kurdistanê û ew jî li Cizîrê mezin bûye. Ji ber ku li Cizîrê mezin bûye û xizmên wî tevlî nav refên gerîlayan bûye, ev tişt bûne sedem ku ew partiya me PKK’ê nas bike. Ew bi çîroka destanwerî ya fermandarê pêşeng ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurditanê Egîd ango Mahsûm Korkmaz mezin bûye û ji ber vê heyraniya hevrê Çekdar a li hemberî gerîla zêdetir bûye. Di ciwaniya xwe de tevlî nav xebatên ciwanan bûye û di dema xebatên ciwanan de bi helwesta xwe ya radîkal û tarza xwe ya rêxistinî bandor li ser hevalên xwe kiriye û gelek ciwan bi têkoşîna me ya azadiyê daye naskirin. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî gelê me yê li Rojava kir û dewleta Tirkiyeyê piştgirî da van êrîşan ew gelekî hêrs bû. Dema ku gelê me ji bo Kobanê dest bi seferberiyê kir û dewleta Tirk qetlîam kir, dijmin hevalekî hevrêyê me Çekdar qetil kir, hevrê Çekdar kete nav têkoşîneke çalak. Hevrê Çekdar ji bo tolhildana gelê me û hevalê xwe yê hatiye qetilkirin tevî 5 hevalên xwe di sala 2014’an de li Cûdî tevlî nav refên gerîlayan bû.

Heval Çekdar perwerdehiya şervanên nû li Garê dît û piştre derbasî qada Cîloyê bû ku ew ê temamê jiyana xwe ya gerîlatiyê li wir derbas bike. Hevrê Çekdar bi têkiliyên hevrêtiya ku gerîla bi kedeke mezin û fedakariyê ava kirine, bi prensîbên jiyana komunal û jiyana gerîla ve hatiye girêdan. Hevrê Çekdar bi perwerdehiyên ku standiye, di kesayetiya xwe de guherînên mezin çêkiriye û ji bo avakirina kesayetiya Modernîteya Demokratîk têkoşiyaye. Bi vî aliyê xwe bûye milîtanekî mînak.  Di çarçoveya xebatên ji nû ve avakirinê yên gerîla di qadên taktîka leşkerî û pisporiyê de xwe perwerde kiriye. Bi perwerdehî û tecrubeyên xwe bûye gerîlayekî jîr û çûye qada Cîloyê ya ku qadeke herî tund û xweş a Kurdistanê ye û li vir bi qasî 7 salan têkoşiyaye. Li vê qadê di nav gelek çalakiyan de cih girtiye û derbên giran li dagirkeran xistiye, berpirsyariyên xwe bi cih aniye. Bi şer û tecrubeyên jiyanî yên li qada Cîloyê stendiye bûye fermandarê herî ciwan û bi îddîa yê serdema nû. Hevrê Çekdar bi şehadeta xwe talîmata têkoşîna zêde û pêkanîna azadiya gelê me daye me hevalên xwe. Em soza xwe dubare dikin ku heta ku em vê talîmata fermandarê xwe yê hêja pêk bînin em ê têkoşîna xwe geştir bikin.

Arjîn Çınar

Heval Arjîn li navçeya Çinarê ya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wê girêdayî nirxên civakî bûye, ew jî bi vê çanda civakî mezin bûye. Girêdana civaka Kurd a bi ziman, çand û axa xwe, di kesayetiya heval Arjîn de şênber bûye. Ji ber vê li hemberî polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin bûye xwedî reflekseke xwezayî û tu carî ev polîtîka qebûl nekiriye. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava êrîşî Şoreşa Azadiyê ya Rojava kiriye û qetlîam kiriye, vî tiştî bandoreke mezin li ser wê kiriye. Dema ku dewleta Tirk yekser piştgirî da van êrîşan û li Bakurê Kurdistanê gelê me li hemberî van polîtîkayên dewleta Tirk rabû serhildanê, heval Arjîn jî nerazîbûna xwe ya bêdeng veguherandiye çalakiyê.

Heval Arjîn piştî ku nav refên gerîlayan bû, di serî de derbarê jiyana çiya û gerîlayan de tengijîbe jî bi saya alîkariya hevalên xwe ev dijwarî derbas kiriye û ji bo ku layiqî vê jiyana manevî bibe, tişta ji destê wê hatiye kiriye. Bi dayîna kedê re ew bi jiyana çiya û gerîla re bûye yek. Di heman demê de heval Arjîn ji bo ku li gorî prensîbên xeta jina azad bijî û wê bike parçeyekî bingehîn ê jiyanê her dem xwe perwerde kiriye. Ji bo ku bibe gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng wê her dem lêgerîna xwe kûr kiriye. Piştî ku demekê li Garê maye, derbasî qadên Cîlo û Zapê bûye û li vir tevlî gelek çalakiyên li hemberî dijmin bûye. Heval Arjîn di dema şer de ji ber şehadeta hevrêyên xwe, hêrsa wê ya li hemberî dijmin zêdetir bûye û fêm kiriye layiqbûna hevrêyên xwe bi tolhildanê dikare pêk bîne. Li ser vî esasî wê dest bi perwedehiyên pisporiyê kiriye. Wê bîranîna hevalên xwe yên şehîd û felsefeya Rêber Apo ji xwe re kiriye rêber û hemû dema xwe daye derbên xurt ên li dijî dijmin. Ew li qada Cîloyê tevlî gelek çalakiyên xurt bûye û hewl daye peywira ku dîrokê daye gerîlayên azadiya Kurdistanê pêk bîne. Heval Arjîn bi sade, paqijî û kesayetiya xwe ya xwezayî heta dawiyê girêdayî nirxên azadiyê bû. Em ê tola hevala xwe Arjînê bistînin û jiyana azad a ku xeyalên wê teqez pêk bînin.

Avent Şıkefta

Eşîra Torî ku yek ji eşîrên bi kok û welatparêz ên Kurdistanê ye, bi partiya me PKK’ê re hîn bêtir xwedî li ziman û çanda xwe ya ku bi sedsalan parastî derket û ji bo gelê me ji qirkirinê rizgar bibe, li dijî êrîşên dijmin şer kiriye û ji bo rizgarbûna wê ji pençeya qirkirinê têkoşiyaye. Bi destpêkirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re bi sedan zarokên wê yê leheng tevlî vê têkoşînê bûn û careke din erkên xwe yên welatparêzî bi cih anîn. Rêhevalê me Avent ku di malbateke ji eşîreke wiha welatparêz de ji dayik bû û mezin bû, bi vê zanabûnê mezin bûye. Ji ber tevlîbûnên ji malbata wî ya di nava têkoşîna azadiyê de, firsend dît ku partiya me PKK’ê baştir nas bike û ji jiyana watedar a PKK’ê afirandî bandor dibe. Rêheval Avent ku di sala 2015’an de dema ku li ser gelê me êrîş û qetlîamên dijwar pêk hatin, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da, bi zanabûna ku bi tevlîbûna ciwanên Kurd a nava refên gerîla dikare tola van komkujî û êrîşan bê hilanîn tevgeriya.

Rêhevala me Avent di demeke kin de bi hêza tevlîbûna nava refên gerîla dayî perwerde dît û bû gerîlayeke jêhatî. Rêhevala me Avent ku di demeke kin de bi bidestxistina ezmûnên bi salan xwe ji şer re amade kir, ji bo bersivdayîna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me yên li herêma Kerkûkê, derbasî vê qadê bû. Weke milîtanekî Gerîlayê Azadiya Kurdistanê bersiv dayina êrîşên li dijî gelê me li her devera Kurdistanê erkê xwe yê bingehî didît, li herêma Kerkûkê li dijî çeteyan şerekî efsaneyî birêve bir û di paqijkirina Kerkûkê ji çeteyan de roleke girîng lîst. Piştî ku herêma Kerkûkê ji çeteyan hat paqijkirin, rêhevala me Avent ku erka xwe bi serketî bi dawî kir û berê xwe da çiyayên Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, xwest ezmûna xwe ya leşkerî bixe pratîkê. Ji ber vê yekê derbasî Zapê ku şerê germ li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk re dewam dikin bû. Bi pratîka xwe ya serketî ya li Zapê, erka fermandariya tîmê ku di gerîlatiya serdema nû de xwedî erkekî girîng e, girt ser xwe. Ji bo ku bikaribe vê erka xwe bi serketî bi cih bîne, kedeke mezin da û tevlê gelek çalakiyên li dijî dagirkeriyê hatin pêşxistin bû. Her wiha ji bo pêşxistina hevalên xwe yên ku bi hev re têkoşiyane jî kedeke mezin daye. Rêhevala me Avent ku di şer de bi cesaret û sekna xwe ya têkoşînê hêz û moral dida rêhevalên xwe, weke fermandara pêşeng a YJA Starê ev erk bi rêk û pêk bi cih anî. Hevrêya me Avent ku di xeta azadiya jinê de xwe her tim bi pêş dixist û her roj di kesayeta xwe de veguhertinên girîng diafirand, pîvanên azadiya jinê yên bi keda Rêbertiya me û bi hezaran şehîdan hatine afirandin kiribû esasên jiyana xwe. Rêheval Avent ku bi bawerî û dilsoziya xwe ya bêdawî ya ji Rêbertiya me, şehîd û rêhevaltiyê re ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak dihat girtin, çawa ku bi pratîka xwe ya serketî ya li Cîlo gelek operasyonên dijmin vala derxist, di heman demê de bi çalakiyên ku wê pêşengiya wan kir kariye derb li dijmin bixe.

Rêhevalên me Çekdar, Arjîn û Avent ên ku hêviyên dijmin ên dagirkeriyê şikandin û ji bo gelê me bûne çavkaniyeke mezin a moralê, heta kêliya ku gihiştin şehadetê bi têkoşîna xwe bûne sedem ku em têbikoşin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên qehreman re ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar