Endama KJAR’ê û Çalakvana Mafê Jinan Pirşeng Şaho diyar kir ku divê herî zêde jin xwedî lihev derbikevin, bikarin xwe bi rêxistin bikin û yekîtiya xwe çêbikin û got: “Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû meşaleya têkoşîna jinan.”
Çalakvana Mafê Jinan û Endama Komelgeha Jinên Azad a
Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Pirşeng Şaho têkildarî qetilkirina jinan a li
Rojhilatê Kurdistanê ji ajansa me re axivî û got: “Hemû zextên ku ji aliyê
Îranê ve li ser jinan tê birêvebirin carek din vê îspat dike ku tirsek pir
mezin a Îranê li hemberî jinan heye.”
‘Dixwazin jin di çarçoveya zagon û yasayên wan de bijîn’
Pirşeng Şaho balkişand li ser qetilkirina jinên Kurd û wiha
got: “Serî de em qetilkirina jinên Kurd Jîna Emînî û Şilêr Resûlî yên ku bi
destê rejîma dîktator û dagirker a Îranê mehkum û şermezar dikin. Qetilkirinên
jinan van rojane bi her navî yanî ji namûsê bigre heta hîcabê em dibihîzin. Ji
ber ku jin di komelgehek rêgezperest û olperest de dijîn, rastî her cure
tundûtîjiyê tên û dixwazin jinan di çarçoveya zagon û yasayên wan de bijîn. Lê
em dikarin bi kêfxweşî vê tiştê bêjin ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê,
êdî weke berê nemane. Jin niha şiyar bûne û ne tenê li hember sîstema
zilamperest serî natewînin, li hemberî vê neheqî û ne edaletiyê serî radikin û
bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dixwazin dawî li sîstema dagirkerî were. Ji
ber vê yekê ye ku herî zêde jin tên hedef girtin.”
‘Sîstema qirker bi her şêwazî dixwaze pêşî li jinan
bigre’
Şaho di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku sîstema
qirker bi her şêwazî dixwaze pêşî li jinan bigre û wan di mal de bifatisîne ji
ber ku baş dizanin eger azadiyek hebe, evê bi destê jinan û bi pêşengiya jinan
bê kirin û wiha domand: “Her dewlet ango rejîmek ji bo ku gelê azadîxwaz serkut
bike, di destpêkê de êrişî jinê dikin. Her rejîm ango dewletek bi rêbazên xwe
ve, vê yekê pêk tînin û rejîma Îranê jî ji roja ku hatiye ser kar stûna
hikumeta xwe li dijî jinan û gelê Kurd daniye. Rejîma Îranê bi her şêwazî
dixwaze jinan kole bike û her roj bi hîncetên cuda êrişî wana dikin û dema ew
têrê nekir, jinan bi fîzîkî hedef dikin. Weke em van rojane jî di kesayeta
Şilêr û Jîna de vê yekê eşkere dibînin.”
‘Divê herî zêde jin xwedî lihev derbikevin’
Şaho diyar kir ku divê herî zêde jin xwedî lihev derkevin û
wiha pêde çû: “Pêwîste herî zêde jin xwedî li hevdû derbikevin û bikaribin xwe
bi rêxistin bikin. Ji ber ku eger jin bi rexistinkirî bin û yekgirtî bin,
dikarin dawî li her rejîmekê bînin. Netewên cuda cuda di erdnîgariya Îranê de
dijîn. Jinên Kurd, Fars, Azerî, Belûçî, Ereb, Gelkî û Mazenî eger xwe bi
rêxistin bikin, dikarin Îranê bihejînin. Ji xwe hemû zextên ku ji aliyê Îranê
ve li ser jinan tê birêvebirin jî, viya carek din da îspatkirin ku tirsek pir
mezin a Îranê li himberî jinan heye. Ji ber vê yekê hewil dide jinan parçe
bike, qetil bike û dengê wan bifetisîne.”
‘Jinên Rojhilat tirsek mezin di dilê dijmin de çêkir’
Endama KJAR’ê û Çalakvana Mafê Jinan Pirşeng Şaho bi van
gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi dilxweşiyek mezin em hemû jinên Rojhilat
û Îranê ji bo helwestên ku raber kirine silav dikin û em ji wan re dibêjin ku
ew ne bi tenê ne. Ji ber ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ev yek bi cîhanê da
îspatkirin ku têkoşîna jinên Kurd bûye meşeleya têkoşîna jinan li tevahî
cîhanê. Jinên Rojhilat bi rastî pir hişyar tevgeriyan û tirsek pir mezin di
dilê dijminê dagirker de çêkir. Serhildana ku bi pêşengiya jinan destpêkirî di
asta herî jor de dengê narazî yên gel nîşan da.”
0 Yorumlar