Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Wargehê Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwanên Mexmûrê  (TCJM) û Tevgerên Ciwanên Mexmûrê (TCM) bi meşek meşaleyî destbi pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê hate kirin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya cejna vejînê bi pêşengtiya Tevgerên Jinên Ciwan a Mexmûrê û Tevgerên Ciwanên Mexmûrê de pirozbahiya 15’ê Tebaxê bi meşek meşaleyî hat destpêkirin.

Ciwan û gelê wargehê li ber Saziya Malbatên Şehîdan kombûn li wir agirê meşaleyan hat didan û dest bi meşê hat kirin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyê Fermandar Egîd û dovîzên ku li ser ‘Ji guleya yekem heta gerîlayên Serdemê wê serkeftin mîsoger be’ hatin hilgirtin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana gerîlayan’, ‘15’ê Tebaxê li Rêber pîroz be’, ‘Bê Serok jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Meş li parka Şehîd Çîçek bi dawî bû û li wir daxuyaniyek hat dayîn.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî  rêzgirtinê ji aliyê Endamê Saziya Ciwanan Sîpan Yeman ve hat xwendin û got :“Di sala 39’an bi ruhê Egîdê serdemê wek ciwan bi awayek hîn xurtir tevlîbûna xwe jêre çêbikin. Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me Kurdan bi taybet ji bo çîna bin dest li hember dahaqê serdemê serhildanek bû. Ji bo dîroka ku di hat qirkirin bersivek a serdemê bû û ji Kurdan re ji  nû ve nivîsîna dîrokê bû. Pêngava şoreşgerî di bingehê hatî avakirin îro de, bi pêşengtiya gerîlayên serdemê carek din tê dubare kirin. Ev ruh bi hêza berxwedana gel û gêrîla dikevin sala 39’an.”

Yeman di dawiyê de bang li gelê Kurd kir û got: “Em bang li hemû kesên berxwedêr dikin bi boneya cejna Vejînê re li hember hêzên dagirker û sîstemên qirker serî rakin. Li ser vê bingehê em Cejna Vejînê li Rêbertî û hemû gelê azadîxwaz pîroz dikin.”

Herî dawî pîrozbahî bi temaşe kirina sînevziyonek ku di derbarî têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi dawî bû.








Yorum Gönder

0 Yorumlar