Dûran Kalkan destnîşan kir ku dewleta Tirk ketiye nava Sendroma Zapê û got, "Li hemberî vê yekê gerîla li ser xeta lehengiyê ye. Ti hêz nikare mîna gerîla şer bike." Kalkan got, "Serketina herî mezin a dîrokê wê li Zapê pêk were."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan beşdarî
bernameya taybet a televîzyona Medya Haberê bû.
'JI BO AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO DIVÊ EM LI HER ENIYÊ
TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN'
Kalkan di destpêka axaftina xwe de işaret bi tecrîda giran a
li Îmraliyê kir û got, "17 meh in bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayê
wegirtin. Nayê zanîn bê rewşa tenduristiyê ya Rêber Apo û hevrêyên din ên li wê
derê çi ye. Li dijî vê rewşê jî li her qadê têkoşîn dewam dike. Li hemberî
tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê, pêngava me ya 'Dem Dema Azadiyê ye' ku ji bo
azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk tê, li her qadê mezin dibe."
Dûran Kalkan anî ziman ku divê ev têkoşîn hîn bêhtir bê
geşkirin, bi rêbazên dewlemend bê meşandin û got, "Li her eniyê divê
têkoşîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê bê mezinkirin. Nîqaş
bi tenê têrê nake, lazim e pratîk hebe. Ji bo vê jî divê her kes bi erk û
berpirsyariya xwe rabe."
Kalkan destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke girîng a têkoşînê
de ne û wiha dewam kir, "Dijmin bi rengekî topyekûn êrîşên qirkirinê
dimeşîne. Bi her rê û rêbazê, bi her amûrê êrîşan dike. Em jî li her qadê bi
rengekî topyekûn li ber xwe didin. Ji Îmraliyê heta zindanan, ji çiyê heta
bajaran, ji çar parçeyên Kurdistanê heta derveyî welat û çar aliyên cîhanê.
Rêbertî, gel, ciwan, jin, gerîla, partî her kes li ber xwe dide."
'DI NAVA SENDROMEKE GIRAN A ZAPÊ DE NE'
Di vê çarçoveyê de Dûran Kalkan bi taybetî bal kişand ser
şerê gerîla yê li dijî dagirkeriyê û destpêkê şehîdên têkoşîna azadiyê bi
rêzdarî û bi minet bi bîr anî.
Dûran Kalkan ragihand ku ji Nîsana 2021'ê û vir ve faşîzma
AKP-MHP'ê bi armanca dagirkeriyê êrîşî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dike û
got, "Encamek bi dest nexistine. Li cihê ku dest bi êrîşê kirin, gerîla
her roj çalakiyên tolhildanê dikin û derbên kuştinê li dagirkeran dixin. Ji vê
yekê diyar e ku li ti cihî nekarîne bi cih bibin."
Ji bo vegotina asta şer jî Dûran Kalkan bîlançoyên rojane
yên HPG'ê bi bîr xist û got, "Me biryar dan ku bîlançoya vî şerî rojane
eşkere bikin. Ji bo civak bi temamî ji rewşê agahdar be. Ji ber ku ev şer her
kesî eleqedar dike. Lewma agahiyên ku digihêjin ber destê me hemûyan em parve
dikin. Rewşa leşkerên ku faşîzma AKP-MHP'ê ew şandine li pêş çavan e."
Li ser hatina Wezîrê Parastinê, Serokê Fermandariya Giştî ya
dewleta Tirk a li Çelê jî Dûran Kalkan wiha axivî: "Hema bêje hatin heta
cihên şer. Gotin, hûn çima tên. Bersiv dan û gotin, pêwîstî bi moralê heye.
Divê em moralê bidin. Yanî moralê wan ketiye. Ya ku li Zap û Avaşînê diqewime,
ji bo artêşa Tirk bi temamî sendroma Zapê ye. Em dikarin vê bi rengekî eşkere
bibêjin. Ya rast ketine nava sendroma Avaşînê, sendroma Metînayê, sendroma
Kurdistanê. Ne tenê hêzên artêşê, dewlet bi temamî ketiye nava vê sendromê."
Dûran Kalkan sendromên Nisêbîn û Sûrê bi bîr xist û
destnîşan kir ku dewleta Tirk niha li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di nava
heman sendromê de ye.
'TI HÊZ NIKARE MÎNA GERÎLA ŞER BIKE, GERÎLA LI SER XETA
LEHENGIYÊ YE'
Li hemberî vê yekê jî Kalkan işaret bi sekna gerîla kir û
got, "Gerîla bi rastî jî li ser xeta lehengiyê ye. Ti hêzek nikare mîna
gerîla şer bike. Gerîla serketinên herî mezin ên dîroka şer diafirînin. Wê vê
yekê teqez bi ser bixînin. Serketina leşkerî ya herî mezin a dîrokê wê li Zapê
pêk were. Gav bi gav vediguhere serketinê. Em hêvî dikin ku wê serketin di
demeke gelekî nêz de misoger bibe. Şerê gerîla di vê astê de ye."
Têkildarî bandora vî şerî li ser rejîma AKP-MHP'ê jî Dûran
Kalkan wiha axivî: "Bi rengekî dîn û har êrîşî her derê dike. Ev yek nîşan
dide ku hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê çiqasî kûr bûye. Komkujiyan dike. Hîn
bêhtir êrîşan dike. Derfetên Tirkiyeyê pêşkêş dike. Çekên qedexe bi kar tîne.
Sûcê şer dike."
'TÊKOŞÎNA LI DIJÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ DIVÊ BÊ
XURTKIRIN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bal kişand ser
bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û got,
"Bombeyên taktîk nukleerê bi kar tînin. Biryargeha me ya navendî eşkere
kir ku bombeyên Termobarîk bi kar tînin. Ev yek jî cûreyekî bombeya taktîk
nukleer e. Tirk ji vê yekê re dibêjin bombeya biçûk a atomê. Bi Tirkî jê re bi
vî rengî dibêjin. Li ber destê me belge hene. Ji sala 2017'an û vir ve li
Herêmên Parastinê yên Medyayê gelekî hatin bikaranîn, ji xwe li xwe mikur jî
tên. Li gorî belgeyên mikurhatinê yên li ber destê me, li tunelên Efrînê jî
herî zêde ev bombe bi kar anîn."
Kalkan diyar kir ku dewleta Komara Tirkiyeyê nikare bi xwe
vê çekê çêbike, ev bombe ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Îngilistan,
Elmanya û Fransayê ve tê çêkirin û got, "Ji van dewletan digire û bi kar
tîne. Me cara derbasbûyî ji Sekreteriya Giştî ya NATO'yê, rêveberiya DYE,
Pentagonê pirsîn. Dewleta Tirk bombeyên NATO'yê bi kar tîne. Yanî bombeyên ne
yên xwe bi kar tîne. Bombeyên qedexe bi kar tîne. Di vê mijarê de hîn bersivek
ji me re nehatiye dayin. Em li benda daxuyaniyekê ne. Raya giştî li benda
daxuyaniyeke di vê derbarê de ye."
Kalkan destnîşan kir ku Kurd û dostên wan divê hîn bêhtir vê
mijarê teşhîr bikin, têkoşîna li dijî bikaranîna çekên qedexe mezintir bikin.
'LI DESTEYA EWLEKARIYA MILÎ YA TIRK BIRYARA KOMKUJIYAN
HATE DAYIN'
Mijareke din ku Dûran Kalkan bi taybetî nirxand komkujiya li
gundê Perexê yê Zaxoyê û komkujiya li Qamişloyê bû.
Kalkan destpêkê şêniyên Ereb ên di komkujiya Perexê de şehîd
bûn bi bîr anî, êşa gelê Ereb ê li Iraqê û xizmên qurbaniyan parve kir.
Kalkan wiha axivî: "Bi dîtina min divê mirov komkujiya
li Perexê û komkujiya Qamişloyê, yanî qetilkirina Jiyan Tolhildan û hevalên wê
bi hev re binirxînin. Herdu jî li pey hev hatin kirin. Yek jê di 20'ê Tîrmehê
de, ya din jî di 22'ê Tîrmehê de hate kirin. Tayyîp Erdogan hîn van înkar dike,
hewl dide bi înkarkirinê xwe jê rizgar bike.
Ji bo êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike destûr ji
NATO'yê xwest. Piştre jî di 19'ê Tîrmehê de çû Tehranê û destûr xwest. Ji herdu
aliyan jî nekarî destûrê werbigire. Hate gotin ku weke destûr ji NATO'yê
wergirtiye, lê piştre DYE'yê eşkere kir ku ew li dij e, ew li hemberî êrîşeke
bi vî rengî ye. Di civîna bilind a Tehranê de jî Rûsyayê û Îranê bi şênberî
gotin ku êrîşeke bi vî rengî wê aramiyê têk bibe û ew li dij in. Hîn venegeriya
bû xwest ku Desteya Ewlekariya Milî bicive. Li ser vê daxwaza Erdogan deste
civiya. Heman piştî civînê jî li Perexê komkujî bû. Bi vî rengî li pey hev qewimî.
Kê kir, bi zanebûn kir, bi rêxistinî kir; pêwîstî bi
nîqaşeke bi vî rengî nîne. Li Desteya Ewlekariya Milî ya Tirk biryara vê yekê
hate dayin û ev komkujî hate kirin. Di vê astê de biryar ahte dayin, bi zanebûn
û plankirî komkujî hate kirin. Çima komkujiyeke bi vî rengî kir? Ji ber ku li
Zapê asê maye. Ne dikare bi pêş ve biçe, ne jî nikare xwe vekişîne. Derfetê xwe
yê revê jî nîne.
'BI KOMKUJIYA PEREXÊ GEF LI IRAQÊ, BI KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ
JÎ GEF LI KOALÎSYONÊ XWAR'
Derfetên xwe yên pêşveçûyînê jî nîne. Her ku ev rewş dewam
dike, têk diçe, hildiweşe. Kete pêvajoya hilbijartinê. Rêveberiya AKP-MHP'ê êdî
qediya ye. Yanî di dema xwe ya dawî de ye. Ji bo karibe ji nû ve bibe
desthilatdar, pêwîstiya xwe bi serketinekê heye. Li wê digere. Hewl dide ku hin
qadên Rojava dagir bike, bi vî rengî neteweperestiya Tirk sor bike, bi zorê û
zextê di hilbijartinê de bi se bikeve. Nekarî vê bike. Ji ber ku nekarî vê
bike, vê carê bi vê komkujiyê gef li hêzên ku li pêşiya wan asteng e, xwar. Bi
komkujiya Perexê gef li Iraq û Îranê xwar. Bi komkujiya Qamişloyê jî gef li
koalîsyonê xwar. Koalîsyonê heta niha daxuyanî nedida, lê belê qetilkirina
Jiyan Tolhildan û hevalên wê şermezar kir. Çima şermezar kir? Ji ber ku êrîş li
ser koalîsyonê bû. Yanî gef li koalîsyonê hate xwarin. Fêhm kir û bi rengekî
bersiv da.
AKP di rewşeke bi vî rengî de ye. Hewl dide fêhm bike ku
eger bê destûr êrîş bike wê çi bibe? Di êrîşê bi biryar e. Yanî firsendê bibîne
wê êrîşî Rojava, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Divê her kes bi vê
zanibe û amade be.
'DIBE KU TIRKIYE LI IRAQÊ ŞEREKÎ NAVXWEYÎ BIDE
DESTPÊKIRIN'
Ji vê jî wêdetir dibe ku Tirkiye li Iraqê şerekî navxweyî
bide destpêkirin. Aliyekî komkujiya Perexê bi vî rengî ye. Yanî dibe ku şerê
navxweyî sor bike, teşwîq bike. Di vê der barê de amadekariyên xwe jî hene.
Aliyekî din ê komkujiya Perexê jî mîna ku HPG'ê eşkere kir, dixwaze qadê ji
mirovan xalî bike. Gundên li derdorê hemû vala kir. Neçû gundê Perexê. Ji ber
ku cihekî gelekî girîng e. Wan gundiyan israr kirin. Ji gundiyan jî wêdetir bi
sedan tûrîst diçin wê derê. Qadeke girîng a tûrîstîk e. Lewma vala nekirin, ji
bo vaakirinê bi zanebûn lê dan. Eger Perex bê valakirin wê bigihêje armanca
xwe? Na. Nexşeyeek AKP-MHP'ê heye. Em pê zanin. Eger karibe li Herêmên
Parastinê yên Medyayê dagirkeriyê bike, serwer bibe, eger li Bakur û Rojhilatê
Sûriyeyê, li Rojava qadên nû dagir bike, wê Zaxoyê jî dagir bike. Yek ji
armanca wan a Mîsakî Mîlî bi vî rengî ye. Armanca nexşeya ku Tayyîp Erdogan bi
anvê herêma ewlekariyê destnîşan kir, bi vî rengî ye. Yanî wê temamiya gundên
Zaxoyê vala bike. Wê navenda bajarê Zaxoyê vala bike. Piştî Perexê wê dor bê
gundên li deştê. Dixwaze bi rê û rêbazên cuda tevahiya herêmê vala bike. Eger
nikaribe pêşî lê bê girtin wê rêveberiya Tayyîp Erdogan êrîşî Rojava bike, wê
bixwaze li Iraqê şerekî navxweyî bide destpêkirin, bêaramiyê bike, hîn bêhtir
gundan bide valakirin. Divê ev yek bê zanîn. Di vê mijarê de nerazîbûnek çêbû.
Lê li Başûrê Kurdistanê kêm bû, diviyabû ev nerazîbûn zêdetir bûya."
'DIVÊ ÊZIDÎ BI RÊXISTINIYEKE XURT RÊ NEDIN KU CAREKE DIN
QIRKIRIN BÊ KIRIN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi dewamî
fermana 3'ê Tebaxa 2014'an nirxand û got, "Li ser Şengalê êrîşa qirkirinê
hate kirin. Her kesî ev dît, fêhm kir. Li hemberî vê yekê hêzên HPG û YJA Starê
berxwedêriyeke mezin nîşan dan, têkoşiyan. YPG û YPJ'ê jî piştgirî dan. Destûr
nehate dayin ku komkujî bigihêje asta qirkirinê. Bi vî rengî pêşî li qirkirinê
hate girtin. Destûr nehate dayin ku di çaryeka destpêkê ya sedsala 21'ê de mîna
deqeke gemarî li rûyê mirovahiyê bikeve."
Dûran Kalkan destnîşan kir ku berxwedana heyî ya li Şengalê
hêjayî silavkirinê ye û wiha dewam kir, "Divê berxwedêr bêne pîrozkirin.
Şehîdên mezin ê vê berxwedanê çêbûn. Divê ew şehîd bêne bîranîn. Şehîdên mezin
ên mîna Zekî Şengalî, Seîd Hesen, wan hevrêyan, di şexsê wan hevrêyan de jî
şehîdên berxwedana Şengalê hemûyan bi vê wesîleyê bi bîr tînim. Vaye 8 sal in
ji bo çareseriyê lêgerîn tê kirin. Dikeve sala 9'an. Hin biryar hatin
wergirtin, di navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê. Tirkiye timî êrîşan dike.
Piştî ku DAÎŞ têk çû, Tirkiye kete dewrê û ji bo komkujiyan êrîşên hewayî dike.
Ji bejahî ve jî xwest PDK'ê, rêveberiya Iraqê bide êrîşkirin. Li hemberî vê
yekê berxwedan hate nîşandan. Civaka Êzidî dixwaze xwedî rêveberiya xwe be,
sîstema xwe ya xweseriya demokratîk pêk bîne."
Kalkan got, "Têkoşîneke gelekî mezin heye. Divê ev
têkoşîn bi biryardarî bê meşandin. Bêguman divê mirov baldar bin, rê û rêbazên
guncaw biafirînin û çareseriyê pêk bînin. Lê belê divê teqez xwedî wê rêxistiniyê
bin ku careke din rê nede qirkirinê û êrîşên komkujiyê."
'EM DEST BI SALA 39'AN A BERXWEDAN Û SERKETINÊ DIKIN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir
ku meha Tebaxê ji bo wan meha pêngav û serketinê ye û got, "Salvegera
39'an a pêngava gerîla ya şoreşgerî ya 15'ê Tebaxa 1984'an e. Em dest bi sala
39'an a berxwedan û serketinê dikin."
Dûran Kalkan diyar kir ku ruhê 15'ê Tebaxê li Zap, Avaşîn û
Metînayê dewam dike û got, "Gerîla bi ruhê pêngava 15'ê Tebaxê û serketinê
şer dikin. Li çar parçeyên Kurdistanê gelê me û dostên me bi ruhê pêngava 15'ê
Tebaxê û serketinê li ber xwe didin. Gel bi pêşengiya Rêber Apo û partiya me ji
bo azadiyê bi wêrekî, fedakariyeke mezin, bi ruhê serketinê li ber xwe dide.
15'ê Tebaxê vê yekê temsîl dike. Divê mirov her roj vê yekê bijî. Bi ruhê
pêngava 15'ê Tebaxê û serketinê divê her roja Tebaxê têkoşîn bê meşandin,
pêngava me ya Dem Dema Azadiyê ye ku ji boa zadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê
meşandin û berxwedana me ya sala 50'î li her qadê bi ruhê Pêngava 15'ê Tebaxê û
serketinê mezin bikin. Bang li hevrêyan, gelê me û dostên me hemûyan dikim ku
bi vê helwestê, berxwedanê geş bikin."
0 Yorumlar