Ticker

10/recent/ticker-posts

CPT: Êrişa Ranya ji aliyê Tirkiyê ve pêkhatiye

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) ragihand ku êrişa li ser wesayîta li Ranye, ji aliyê balafira bê mirov ya dewleta Tirk ve pêkhatiye.

Li bajarokê Çarqurne ya ser bi Îdareya Raperînê balafirek bê mirov wesayîtek bombekir û di encamê de kesek birîndar bû.

Rêxistina Tîmên Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê (CPT) derbarê êrişê de daxuyaniyek da. CPT’iyê di daxuyaniyaxe de got; “Di êrişa balafira Tirkiyeyê ya li ser rêya navbera Çarqurne-Raneya ya li ser wesayîtê de, zilamek 25 salî bi giranî birîndar bûye.”

CPT’iyê da zanîn li gorî şahidan, kesek din jî di êrişê de birîndar bûye, lê aqûbeta wî nayê zanîn.



Yorum Gönder

0 Yorumlar