Yek ji fermandarên YJŞ’ê Viyan Hebabî; “Xwestine hertim di kesayeta jinê de civakê qir bikin, di nava civak û jiyanê de pêşeroja jinê diyarkirine û xwestin tiştên ku desthilat daniye pêşiya jinê, pêkbînin. Di wê baweriyê deme bi vê kongreyê, wê di nava jinên Êzidî de guhertin çêbibin, ji ber di dema fermanê de zanabûnek di nava jinên Êzidî de pêşketiye.”
Di salvegera şahadeta Ş .Zîlan û bi boneya nêz bûna
salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de Jinên Ciwanên Şengalê duh yekemîn
kongreya xwe lidarxistin. Yek ji beşdarvanên kongreyê ji fermandarên Yekîneyên
Jinên Şengalê Viyan Hebabî bû. Viyan Hebabî derbarê girîngiya kongreya jinên
ciwan û dijbertiya parlamentera PDK’ê Viyan Dexil ya li parlamentoya Iraqê ji
ajansa me re axivî.
Viyan Hebabî destpêkê behsa axaftinên parlamentera PDK’ê
Viyan Dexîl ên di parlamentoya Iraqê dijî Êzidiyan kir û got; “Kesên alîkariya
dijmin dikin, wê nekaribin bêjin em Êzidîne, eger dixwazin ji bo civakê
têbikoşin, berjwendiyên gelê me bingeh bigrin, em ji bo her kesî amadene destê
xwe bixin destê hev û bihevre têbikoşin.”
Hebabî got ku di hemû êriş û fermanan de, di pileya yekem de
jin hatine hedefgirtin û hertim xwestin jinê asîmle bikin. Hebabî di dewamê de
dibêje; “Xwestine hertim di kesayeta jinê de civakê qir bikin, di nava civak û
jiyanê de pêşeroja jinê diyarkirine û xwestin tiştên ku desthilat daniye pêşiya
jinê, pêkbînin. Di wê baweriyê deme bi vê kongreyê, wê di nava jinên Êzidî de
guhertin çêbibin, ji ber di dema fermanê de zanabûnek di nava jinên Êzidî de
pêşketiye. Jinên Êzidî êdî ketine wê ferqê ku nabe her kesê bixwaze were û jinê
qetil bike, yan jî bixe bin destê xwe de. Ev kongre ji jinan hişyariyeke.”
Viyan Hebabî diyarkir ku li ser tevahî civakê şerek tê
meşandin, ji bo ku jinên Şengalê nebin xwedî îrade û her kole bin, li ser jinê
siyasetê dimeşînin. Dixwazin baweriya jinê tine bikin, gelek mînakên vê hene.
Ya herî berçav jî parlamentera PDK’ê Viyan Dexîl ku xwe weke jinek Êzidî binav
dike. Di aliyê pêşengtiya jinên Êzidî de xwe yekemîn dibîne. Lê eger em
binêrin, di rastiyê de li ser hebûna jinên Êzidî siyasetê dike. Çi jin û zilam
be, divê mirov bi wijdanî kar bike, li ser civakek ku di komkujiyan re derbas
bûye, divê siyaset neyê kirin. Rê li êrişên ser civaka xwe veneke.”
‘Têkoşîn ne ji derve, li Şengalê tê kirin’
Hebabî got ku li ser navê Êzidiyan gelek kes ji derve di
axivin, lê di rastiya xwe de têkoşîn li Şengalê tên kirin û wiha pêde çû; “Her
kesê ku xizmetê ji bo Êzidiyan bike û bixwaze ji bo Êzidiyan têbikoşe, bila
têkoşîna xwe li Şengalê bide meşandin. Niha li Şengalê ne tenê êrişên hewayî
hene, êrişên siyasî û li ser hebûna jinan jî hene.
Kesên li ser navê jinên Êzidî di axivin, bila baş bizanibin,
eger ji bo civaka xwe kar nekin, ewê di nava aliyên din de jî ne xwedî giranî
bin. Kesên ku li ser civaka xwe bazarê bike û siyaseta qirêj bide meşandin, ewê
di nava civakên din de jî bê qîmet bin.”
‘Ên ku bedel dan, temsîla jinên Êzidîne’
Hebabî herî dawî got; “Viyan Dexîl li ser navê jinên Êzidî
di axive û siyasetê dike, lê nûnerên jinên Êzidî ewin ên ku bedel û xwîn
rijandine. Tu mafê wan kesa nînin li ser navê me wek jin bi dewleta Tirk û
aliyên din re hevdîtinê bike. Emê qebûl nekin jî, ger bixwazin xwedî giranî
bin, bila di nava civaka xwe de têbikoşin. Bila bejewendiyên xwe yên hizbî
bidin aliyek, ji bo ciavka xwe kar bikin.
Emê rê nedin bazar li ser gel bê kirin
Bila ti kes li ser xwîna civaka me bazirganî û siyasetê
neke, emê qebûl nekin. Kî bixwaze destê xwe dirêjî me bike, emê pêre têkoşînek
hevbeş bidin meşandin. Lê em rê nadin kes li ser gelê me bazariyê bike.”

0 Yorumlar