Li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê ku îsal cara şeşan tê lidarxistin, Xelata Belgesela Herî Baş radestî Belgesela Hêza hate kirin.
Di festîvalê de ku ji ber şewba Covîdê bi rengê online hate lidarxistin, Belgesela Hêza ya Derya Denîz û Project S a Dîrk Anton û Davîd Elîsar hêjayî Xelata Belgesela Herî Baş hatin dîtin.
Festîvala ku 176 fîlm û dokûmanter lê hatin nîşandan, yek ji festîvalên naskirî yên Latîn Emerîkayê ye.
Belgesela Hêza beriya niha li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Boden a Swêdê xelata belgesela herî baş, li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Drûk ku li Bhûtan a li Başûrê Asyayê hate lidarxistin xelata serketina mezin, li Festîvala Fîlman a Fîlm în Focûs a li Romanyayê xelata belgesela herî baş, li Festîvala Fîlmên Jinê ya Serbixwe ya li Emerîkayê jî xelata belgesela herî baş wergirtibû.
Xelata belgesela herî baş a li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Brezîlyayê jî di nav de heta niha 5 xelat ji Belgesela Hêza re hatiye dayin.

0 Yorumlar