Parlamenterê Iraqê yê Hevpeymana Nesir Eqîl Ridên diyarkir ku hebuna hêzên dewleta Tirk ya li ser xaka Iraqê berovajiyê destûr û yasayê ye. Ridên got ku pêwîstiya Iraqê îro bi derketina hêzên biyanî yên di nava xaka Iraqê deye û got; “Ger pêwîst bike wê Iraq bi rêya leşkerî bersiva Tirkiyeyê bide.”
Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDK’ê ji bo
dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dike. Dewleta Tirk rojane gund, bajar û
xelkê sivîl dike hedef. Hikumeta Herêma Kurdistan û Iraqê jî dijî êrişan
bêdengiya xwe diparêze.
Parlamenterê Hevpeymana Nesir Eqîl Ridên derbarê êrişên
dewleta Tirk a dagirker de ji Rojnews re axivî. Eqîl got ku heya niha ji bo
rawestandina êrişan, ji aliyê Iraqê ve ti çareseriyek nehatiye kirin û êriş jî
her diçin zêde dibin. Eqîl Ridên da zanîn ku îro pêwîstiya Iraqê bi derketina
hêzên biyanî ya ji nav xaka Iraqê ye, çi hêzên Tirkiye bin, yan jî Emerîkayê
bin.
Eqîl di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku divê hebûna
hêzên biyanî yên di nava xaka Iraqê de, di çarçoveya yasa û dîplomasiyê debe,
lê hebûna hêzên Tirkiyeyê berovajî yasa û destûra Iraqê ye.
Ridênî balkêşa ser biryara parlamentoya Iraqê ya ji bo
derxistina hêzên Tirk yên di nava xaka Iraqê de û got; “Berê jî ji bo
derxistina hêzên biyanî yên di nava xaka Iraqê de, biryara Parlamentoya Iraqê
hebû, lê nehate bicihanîn. Pêwîste hikumeta Iraq çavê xwe li binpêkirinên
leşkerî yên dewleta Tirk negre.”
Di dawiya axaftina xwe de jî parlamenterê Hevpeymana Nesir
Eqîl diyarkir ku beşek girîng ya dagirkeriya dewleta Tirk di stûyê Hikumeta
Herêma Kurdistanê deye û got; “Iraq neçare di warê aborî û siyasî de bandora
xwe dane holê, eger pêwîst bike ji bo parastina xak û xelkê, wê bi leşkerî
bersiva Tirkiyeyê bide.”

0 Yorumlar