Ticker

10/recent/ticker-posts

Wê li ser birîna daran lêkolîn were kirin

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Rezaq Xeylanî derbarê birîna daristanan û talankirina jîngeha Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirkiyê ve got: “Birîna daran binpêkirine û divê ew alî werin ceza kirin. Li ser vê yekê lêkolîn tê kirin.”


Li gorî çavkaniyek a herêmî deweleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxo, dibin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kirine û hîn jî dewam dike.

Li gorî bilançoya Partiya Kesk a Kurdistanê jî dewleta Tirk 3 milyon darên bi temen li devera Behdînanê birîye.


Li ser vê mijarê Berdevkê Desteya Jîngehê a Herêma Kurdistanê Rezaq Xeylanî ji Rojnews’ê re axivî.  Rezaq got; “Çi binpêkirina ji  aliyê her hêz û welatek ve li ser daristanên Kurdistanê, qedexeye. Ev qedexe li gorî yasaya parastina daristanan di sala 2012’an de hatiye tomarkirin. Her binpêkirinek wek birîn yan jî şewitandin be ceza li sere û divê ew alî werin ceza kirin.”

Rezaq Xeylanî di dawiyê de jî got: “Me li ser vê mijarê lêkolîn destpêkiriye û berdewame. Her wiha tîmên me lê dinêrin û lêkolînê li ser dikin.”


Yorum Gönder

0 Yorumlar