Ticker

10/recent/ticker-posts

Tirkiye sîstema hezaran sal a jîngeha Kurdistanê têk dide

 Pisporê Jîngehê û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr Mihemed Genawî da zanîn tişta ku dewleta Tirk dike, di warê jîngeh, dîrok û çandî de karesate. Her wiha got, Tirkiye sîstema hezaran sal a jîngeha Kurdistanê têk dide. Divê hemû alî li dijî vê wêrankariya jîngeha Kurdistanê xwedî helwest be.

BOTAN GERMIYANÎ - ROJEV


Li gorî çavkaniyek herêmî, deweleta Tirk li Dola Saxan û Şeşdaran ên ser bi Zaxo, dibin çavdêriya hêzên PDK’ê de dest bi birîna daran kirine û hîn jî dewam dike.

Li gorî bilançoya Partiya Kesk a Kurdistanê jî dewleta Tirk 3 milyon darên bi temen li devera Behdînanê birîye.

Derbarê mijarê de Pisporê Jîngehê û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr Mihemed Genawî ji Rojnews re axivî.

Dr Mihemed Genawî

Dr Mihemed Genawî da zanîn tişta ku dewleta Tirk li beramberî jîngeha Kurdistanê dike karekî herî xirabe û got: “Di berê de ev kar ji aliyê rejima Sedam ve dihat kirin. Kaniyên avê zuwa dikir û gundan di şewitand. Niha jî dewleta Tirk ji bo sîstema jîngehê wêran bike û jiyan lê nehêle, daristanan dibire. Ev siyasetek metirsîdare û bandorek xirab li ser Kurdistanê heye. Lê ev bandor wê sibe li ser Tirkiyeyê jî çêbe, jiberku rehendek a sîstema jîngehê wisan heye.”

Di dewamê de Dr Mihemed Genawî da zanîn şewitandin û qirkirina jîngehê ji aliyê Tirkiyeyê ve dibe ku bibe diyardeyek û dibe sibe welatek din heman tiştî li beramberî Tirkiyeyê bike. Genawî got: “Tişta ku Tirkiye dike, di warê jîngeh, dîrok û çandî de karesate. Mirovên li wêderê dijîn sîstemek a wan ya jîngehê heye. Ev sîstem berhemê hezaran sale. Li wî cihî ferheng, ziman û dîrokê şêwazek xwe girtiye, lê ev tev tên tinekirin.”

Di dawiyê de jî Pisporê Jîngehê û Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr Mihemed Genawî diyarkir: “Jîngeh herkesê eleqedar dike, erkê me hemuyane di hemû astan de xwedî helwest bin. Tirkiye sucê jîngehê dike û divê were cezakirin. Herî kêm were neçarkirin darên ku birîye li şûna wan darên nû biçîne. Tirkiye jîngehê wêran û talan dike, ev bi hemû rehendek xwe ve karesate. Ji bona wê bang li welatiyan, rêxistinan, wezaret, hikûmeta Herêm, Iraq û raya giştî ya cîhanê dikîn ji bo parastina jîngehê tevilbûnek çalak bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar