Şoreşgerên Elman Kevîn Joachîm (Dilsoz Bahar) û Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku di demê cuda de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurd şehîd bûn, wê 10'ê Tîrmehê li Karlsrûheyê bêne bîranîn.
Kevîn Joachîm (Dilsoz Bahar) 6'ê Tîrmeha 2015'an li Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bû bû. Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) 9'ê Tîrmeha 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa artêşa Tirk de şehîd ketibû.
Ji bo herdu şoreşgerên Elman wê 10'ê Tîrmehê roja Yekşemê li bajarê Karlsrûhe yê Elmanyayê çalakiyeke bîranînê bê lidarxistin. Bîranîn wê li Goristana Grunwînkelê saet di 15'an de destpê bike ku gora Kevîn Joachîm (Dilsoz Bahar) lê ye.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Heîlbronnê û enternasyonalîstên piştgiriya Kurdistanê dikin, ji bo çalakiya bîranînê banga tevlîbûnê li gelê Kurd û dostan kirin.

0 Yorumlar