Ticker

10/recent/ticker-posts

QSD’ê 12 DAIŞ’î girtin

QSD’ê 12 çeteyên ji şaneyên DAIŞ’ê girtin û got ev şane ji êrişên dewleta Tirk a dagirker sûdê werdigirin ku careke din xwe li herêmê berfireh bikin û divê civata navneteweyî li ser vê yekê bifikire û helwestên tund nîşan bide.


Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da, tê de eşkere kir ku hêzên wan bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi hemleya têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê kir. 

Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hate gotin:

"Di dema borî de, bi taybet piştî dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin amadekariyên şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst ên pêkanîna êrişên li dijî herêmê zêde bûn. Gelek şane ji herêmên dewleta Tirk dagir kirine hatin û dest bi êrişên terorîst kirin. Ji armancên wan êrişan, planên li dijî welatiyên li herêmê bûn. Her wiha ji hedefên wan êrişeke berfireh û xeternak pêk bînin, ew jî revandina jinên rêxistina DAIŞ’ê ji kampa Holê û gihandina herêmên dagirkirî ye.

Ji bo têkbirina wan şaneyên û bi rasthatina gefên dewleta Tirk a dagirker hêzên me bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Hesekê, Hol, Til Hemîs, Til Birak û Dêrikê dest bi hemleya tunekirina wan şaneyan kir. Di hemleyê de 12 terorîst hatin girtin, cebilxane, çek û amûrên leşkerî yên li gel wan hatin girtin û wiha ne;

 çekên (47-AK), rexteke leşkerî, 19 cercorên çekan û 300 gule.

2 dabance, 2 cercor û 20 gule.

4 bombe.

Mayînek, amûreke teqandina mayînan ji dûr ve.

18 telefon.

10 nasname.

6 paseport.

Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hewl dide sûdê ji gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wergire, da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike, bi wê re ewlehî û îstîqrara gelên herêmê dixe xeteriyeke mezin. Ew şane ji herêmên dewleta Tirk dagir kirine tên birêvebirin û şandin.

Tevî ku dewleta Tirk a dagirker her tim li hincet û bihaneyên cuda digire ku êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewa bike, lê di rastiyê de hewl dide ji nû ve rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst vejîne ku careke din li herêmê belav bibe, lê divê civata navneteweyî bi nêrîneke rasteqîn li vê yekê binêre û helwestên tund nîşan bibe."

Yorum Gönder

0 Yorumlar