Rêveberê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Sarwar Qeredaxî derbarê êriş û bikaranîna çekên kîmyawî ên dewleta Tirk a dagirker de got: “Tirkiye û Îran xwezaya Kurdistanê talan dikin, çekên kîmyewî bikar tînin û bi vê çekê ne tenê gerîla şehîd dixin, tevahî zindiyan jî qir dikin. Desthilatdariya Başûr bûye xûlamê dijmin û ti îradeya wan nemaye. Divê em ji bo pêşeroja xwe xwedî li xwezaya Kurdistanê derbikevin.”
Rêveberê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê, Sarwar Qeredaxî têkildarî qirkirin, talankirin û bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser xwezaya Kurdistanê, bêdengiya Hikumeta Herêma Kuristanê ya li beramberî van mijaran ji ajansa me re axivî. Qeredaxî anî ziman ku bi çekên kîmyewî ne tenê gerîla tên şehîd xistin, tevahî zindiyên Kurdistanê tên qirkirin û jehrkirin.
‘Komaleya jîngehparêziyê ji bo şiyarkirina gel hatiye avakirin’
Sarwar Qeredaxî di destpêka axaftina xwe de got ku ji sala 1991’an û şûnde li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka jîngehê ketiye rojevê û wiha axivî: “Bi taybetî xelk neçar hate hiştin ku dest bi birîna daran bikin. Di wê qonaxê de komeleya jîngehparêzî ji bo hişyarkirina gel û agahdarkirina wan hat avakirin. Îro li Başûrê Kurdistanê bi rastî jî pirsgirêkên me li gorî yên berê, cudatir in. Bi taybetî di mijara derxistina petrolê, nebûna projeya paşve zivirandina kel û pelên tên avêtin, zêdebûna hejmara wesayîtan, bombebaranên berdewam yên li ser xaka Kurdistanê û birîna daristanan, Iraq bi mezintirîn û metirsîdartirîn guherînên avhewayê re rû bi rû ye. Bandorên wê ji bo salên 2050 hatiye pêşbînîkirin.”
‘Kesên xwedî li jîngehê derdikevin rastî zextên desthilatdariyê tên’
Qeredaxî anî ziman ku wan ji bo metirsiya jîngehî ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê hewl dane ku xwe birêxistin bikin û bi rêya damezrandinan pêşî li pirsgirêkên ku ji bo jîngeh tên çêkirin bigirin û wiha pêde çû: “Cihê kêfxweşiyê ye ku beşek ji wan rêxistinan di nava civakê bixwe de derketine û bi domdarî li hemberî dewlet û welatên cîran û beşek ji civakên ku bi rengekî ne berpirsyar nêzî jîngeh û xwezayê dibin û di nava hewildanên pêşî lêgirtinê de ne. Ev kesên wiha jî ji desthilatdariyê dûrin û rastî zextên desthilatdaran tên. Îro li Başûrê Kurdistanê di asteke guncav de rewşenbîrî gihîştiye asteke baş.”
‘Xwezayê jehrî dikin’
Sarwar di dewama axaftinên xwe de bibîr xist ku şerê niha tê kirin, li dijî jîngeh û xwezayê ye û anî ziman ku her roj Îran û Tirkiye êrişî xwezaya Kurdistanê dikin û wiha pêde çû: “Gelek caran li navçeyên cuda yên Başûrê Kurdistanê û ser xwezaya Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn. Bi çekên kîmyewî ne tenê gerîla şehîd dixin, tevahî zindiyan qir dikin. Ava Kurdistanê qirêj dikin û xwezayê jehrî dikin. Cihê ku ev çek bê karanîn êdî çandinî lê nayê kirin. Tirkiye û Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê ji holê radike. Li kêleka wê, darên Kurdistanê tên birîn û li ser daristanên Kurdan bazar tê kirin. Gelek darên 100 salî ji aliyê Tirkan ve hatine birîn.”
‘Desthilatên Başûr bûne xûlamê dijmin’
Sarwar Qeredaxî têkildarî nêzikatiyên hikumetê yên ji bo xwezayê ev tişt gotin: “Dema ku em dibêjin hikumeta herêmê, divê em bibêjin ku du desthilatdarên wek PDK û YNK. Her du desthilatdar jî ji aliyê dijminên Kurdan ve hatine kirê girtin. Ji ber wê yekê ye ku heta niha yek ji wan desthilatan nabêje çi bi serê xwezaya Kurdistanê tê. Îradeyek wan nîne ku pêşî li dagirkeran bigirin, berovajî beşek ji wan pêkanînên dagirkeranin. Divê dawî li desthilata Başûr ango malbata heyî bê. Heta ku ew hene ti aramî nakeve Kurdistanê.”
‘Ji bo pêşerojê jîngehê biparêzin’
Rêveberê Rêxistina Xwezaya Kurdistanê Sarwar Qeredaxî, herî dawî ev peyam da gelê Kurd: “Qirkirin û qirêjkirina xaka Kurdistanê bandor li welatên cîran jî dike. Taybet bandor li gelê Kurd dike. Ji ber vê yekê divê gelê Başûr û tevahî Kurd xwezaya xwe biparêzin. Ji ber ku tinekirina xwezayê, tinekirina jiyanê ye. Ger jîngeh neyê parastin, wê jiyan bisekine. Ji bo em jiyana xwe, jiyana zindiyan biparêzin û pêşerojekî ji nivşên nû re bihêlin, divê em bi hev re li dijî qirkirin û talankirinê bisekinin.”


0 Yorumlar