Ticker

10/recent/ticker-posts

PDK rê nade zarokên Mexmûrê tedawî bibin

 Rêveberê Navenda Hêvî ku dibistanek taybet a zarokên sendromên down û otîzmê ye, Salih Babat diyarkir ku divê ji bo rêgirî were şikandin helwestek hebe û got: “Ji bo zarokên sendromên down û otîzmê derman pêwîstin, eger dermanên xwe negirin guhertin bi wan re çênabe. Dixtorên wan yên taybet hene lê ev sê salin dixtorên xwe nedîtine. Ev jî bandorî li tendirustiya wan dike.”

FARQÎN KARA - ROJEV

Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li qontara çiyayê Qereçox ê di nava sînorên navçeya Mexmûr a girêdayî parêzgeha Musilê de ye. Li wargehê nêzî 12 hezar welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar mane derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, dijîn. Li ser Wargeha Mexmûr li gel êrişên dewleta Tirk sê salin rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin.

Rêveberiya PDK’ê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser wargehê û rê neda ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêrê. Ji ber rêgiriyê, bi dehan nexweşên rewşa wan giran e, nekarîn biçin Hewlêrê. Rojek piştî wê ango di 18’ê Tîrmeha 2019’an de balafirên şer ên artêşa dewleta Tirk, wargeh bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn.

Li wargeha Mexmûrê Navenda Hêvî, dibistanek taybet ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet ên bi sendromên down û otîzmê re ava kiriye. Ev dibistan, yek ji nimûneyên kêm ên li wargehên penaberan e, li giştî cîhanê jî nimûneyên wê kêmin.

Girêdayî bandora rêgiriya li ser wargeha Mexmûrê, bi taybet bandora wê ya li ser zarokên sendroma down û otîzmê, Rêveberê Navenda Hêvî Mamosta Salih Babat ji ajansa me Rojnews’ê re axivî.

Salih Babat

Rêveberê Navenda Hêvî mamosta Salih Babat di destpêka axaftina xwe diyarkir ku Navenda Hêvî di Îlona 2018’an de bi pêşengtiya Rêveberiya Qada Tendirustiya wargeha Mexmurê hatiye avakirin û dibêje: “Hevalên ku beşa derunasî qedandî, di projeya Navenda Hêvî de serpereştî kirine. Di navendê de ger bi rêk û pêk hatin çûyîn çêbibe, nêzîkî 25 heta 28 zarok tên perwerdekirin. Lê ji ber şert û mercên di destê malbatan de nikarin zarokan li navendê bi cih bikin. Heftane pênc rojan bi 5 mamosta û li gel 25 xwedevanan perwerde tê dayîn.”

‘Ne wek nexweşî, wek kêmanî’

Salih Babat destnîşankir ku li navendê li gel perwerdeya taybet, perwerdeya fîzyoterapî jî ji bo hinek zarokan tê dayîn û hinek rojan bi komî li gel zarokan xebat tê kirin û dewam dike: “Ji bo hinek zarokan perwerdeya taybet ya tenê ji bo kes tê dayîn. Ev perwerde ji bo zarokên sendroma down û otîzm her wiha ji bo yên astengdar tê dayîn. Zarokên down sendrom ji zarokên normal xwedî kromozomek zêdetirin. Kêmaniya down sendrom li ser kromozoma 47 derdikeve. Otîzm li tevahî cîhanê hîna nehatiye zanîn ku ji ber çi derdikeve. Li gorî teoriyan dibe çavkaniya xwe ji jîngehê bigre, dibe ji dayîk û bav bigre. Mirov nikare ji vê re wek nexweşî bêje, wek kêmanî dikare were destgirtin. Çareseriya Otîzmê bi perwerdeya taybet tê rêvebirin.”

‘Eleqeyek heye lê tenê gotinî dimîne’

Babat di dewama axaftina xwe diyarkir ku di asta herêmê de eleqeyek heye lê tenê gotinî dimîne û got: “Ne ji Hikumeta Herêmê ne jî ji Hikumeta Iraqê ti alîkariyek berbiçav ji bo navendê nehatiye kirin. Tenê hinek cihên Ewrupa wek Înîsiyatîfa Aştî û Hêvî ji Kurdistanê re, ji sala 2018’an ve di aliyê meteryalî û madî de alîkariyek bi navendê re dike û li Elmanyayê bi katalok û pêşengehan me didin naskirin. Di navbera salên 2019-2020’an de jî Heyva Sora Kurdistanê ya Siwîsreyê di aliyê avahîsaziyê de bi navendê re bû alîkar. Her wiha komek Îtalî dem dem alîkariyê ji navendê re dikin, lê ne berdewamin.”

Salih Babat eşkerekir ku di asta Herêma Kurdistanê û Iraqê de ti fermiyetek a me nîne, em li vir navxweyî ne û wiha tîne ziman: “Navendên bi vî awayî di hikumetan de hem li ser wezareta perwerdê hem jî li ser wezareta tendirustiyê kar dikin. Li ser vê yekê li gel Wezareta Perwerdê ya navçeya Mexmûrê têkilî hat dayîn û belge hatin teslîm kirin. Ji Hikumeta Iraqê şandeyek hat û navendê temaşekir. Hat gotin ku di demên pêş de wê serdan çêbibe û wê fermiyetek ji bo navendê were pêkanîn. Lê ev yek tenê di gotinê de ma.”

‘Ji bo xwe tenê hîsnekin, derketin pêwîste’

Babat balkişand li ser rêgiriya ku ev sê salin li ser wargehê dom dike û got: “Girêdayî mijarên deruniya zarokan, me dixwest li gel malbatên zarokên wiha têkilî deynin. Ji bo zarokên li vir xwe tenê hîsnekin û bizanin li derve zarokên bi wan re xwedî heman taybetmendiyan hene. Ev yek wê ji bo wan bibe moralek ku hevalên wan yên wisa hene. Ger ku rêgirî neba, ji derve cihên wisa hene ku serdan lê bihata kirin. Li gel serdanê mirov dikarî ji wan tecrube jî bigire, karê ku tê kirin mînakan bigre, her wiha di navbera zarokan de têkilî bihata çêkirin. Lê mixabin ev yek ne gengaze. Ev sê salin ku Hikumeta Herêma Kurdistanê rêgiriyek der qanûnî li ser wargehê dide meşandin.”

‘Sê salin nikarin dixtorên xwe bibînin’

Salih Babat da zanîn ku ji ber rêgiriya ku Hikumeta Herêmê li ser wargehê ferzkirî nikarin zarokan derbixînin derve û dewam dike: “Ji beriya çend roja ji bo teşîs û dermandayîna zarokan me berê xwe da Silêmaniyê. Ji vir heta wê derê bi giştî 7 saet di rê de man. Ev dem ji bo zarokên bi vî awayî gelek zêdene acizdibin hinek ji wan nikarin ew qas dem îdare bikin. Dema ku rêya Silêmanî û Hewlêrê were beramberkirin 5-6 saet ferq heye. Ger rêgirî neba di nava saetekê de dikarîn bigihin Hewlêrê. Derman ji bo zarokan pêwîstin eger dermanên xwe ne girin guhertin bi wan re çênabe. Dixtorên wan yên taybet hene, lê ev sê salin dixtorên xwe nedîtine. Ev jî bandorî li tendirustiya wan dike.”

‘Ger rêgirî dom bike zarok wê pêşnekevin’

Babat diyarkir ku ger rêgirî dewam bike wê zarok di asta perwerdeyê de ti sud wernegre û wê pêşketin raweste û dibêje: “Xwesteka me ya xwe pêşxistin û perwerdekirinê heye, kesên ku bixwazin li gel me bibin alîkar li ser hesabên me yên medyaya civakî dikarin li gel me têkiliyan deynin. Ji bo perwerdekirinê li derve cih hene, divê bi berdewamî perwerde were dayîn lê derfetê bi berdewamî dîtinê nîne. Em nikarin perwerdeya zarokan qut bikin. Ji ber dema dem dikeve nav re guhertinên di zarokan de radiweste.”

Salih Babat di dawiya xaftina xwe de bang li aliyên siyasî û rêxistinên mafê mirovan ên Kurdistan û derve kir: “Ev tişta tê kirin ti qanûnên cîhanê de nîne. Hikumeta Herêmê bi taybet Partiya Demokrat a Kurdistanê li ser daxwaza hinek kesan vê rêgiriyê li wargehê dike. Bi nav Kurdin lê siyaseta ku dikin Kurdewariyê dide rexekê. Li beramberî vê yekê divê deng were derxistin ku ev rêgirî were şkandin.”

Êrişên dewleta Tirk yên li ser wargehê çêbûyîn:

Di 6’ê Kanûna 2017’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kir û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

Di 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer ên Tirk penaberên Mexmûrê bombebaran kir û kesên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Di pêvajoya ambargo û rêgiriyê de êrişên li ser wargehê çêbûyîn:

Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an carek din balefirên Tirk wargehê bombebaran kir û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.

Roja 15’ê Nîsana 2020’an jî balefira bê mirov û bi çek a dewleta Tirk şêniyên wargehê bombebarankir û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balefirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kir. Lê ti ziyanek canî çênebû.

Di 5’ê Gulana 2021’an de dewleta Tirk bi dronan êrişî wargeha Mexmûrê kir.

Di 5’ê Hezîrana 2021’an de balefira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand, lê ti ziyanên canî bi xwere ne anî. Cihê ku êriş lê pêkhatî ber derê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîva wargehê  û derdora parqê dibistanên wargehê hene.

Di 3’ê Îlona 2021’an de dewleta Tirk a dagirker bi dronan navenda wargeha Mexmûrê bombebaran kir, dayikek û zarokek birîndar bûn.

Di 1’ê Sibata 2022’an de carek din balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di bombebaranê de Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin hedef girtin. Di encama êrişê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn, bi dehan şêniyên ku bi hewara xizmên xwe diçûn jî birîndar bûn.

Di 21’ê Gulana 2022’an de balefira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîtek li wargeha Mexmûrê bombebarankir. Di encamê de şivanê bi navê Hacî Mîrza Elî yê ku diçû bexçeyê xwe şehîd bû.

Di 5’ê Tîrmeha 2022’an de di dema şandeya fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên di rûtbeyên cûda de serdana Mexmûrê kirîn de balefira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk li wargeha Mexmûr malek kir hedef. Di encamê de jinek birîndar bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar