Leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê ser bi bajaroka Mêrgesor a girêdayî Hewlêrê de xeniqî.
Li gorî zanyariyên bi dest Rojnews ketine, di saetên nîvro de leşkerek Tirk ê dagirker di robarê Hezîr ê bajaroka Pîran a girêdayî Mêrgesorê de xeniqî.
Li gor zanyariyan piştî bûyerê artêşa Tirk cenazeyê leşkerê xeniqî bi rêya helîkopterê ji wi cihî bir.
Robarê Hezîr dikeve ser sinorê Başûr û Bakurê Kurdistanê de, çendîn salin artêşa Tirk wê deverê dagir kiriye.

0 Yorumlar