Konseya Rêveber a KNK’ê Cejna Qurbanê li tevahî gelan pîroz kir û got, “Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Cejna Qurbanê li tevahî gelên alema Îslam û bi taybet jî li gelên Kurdistanê hat pîroz kirin û ev yek hat gotin; “Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke aloz de pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî, gef û tehdîtên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Ji nîvê meha nîsanê vir ve li heremên Zap, Metîna û Avaşîn, şereke dijwar rû dide.”
ŞERÊ HEBÛN Û NEBÛNÊ TÊ DAYÎN
Konseya Rêvebir a KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide di vê cejnê de êrîşek din a dagirkerî li Rojava pêk bîne û wiha hat berdewam kir, “Li Rojhilat jî zextên dewletê yên li ser gel berdewam in û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin. Li Bakur şerê man û nemanê heye.”
‘ÊDÎ GELÊ ME ZILM Û BINDESTIYÊ QEBÛL NAKE’
KNK’ê da zanîn ku li dijî êrîşên qirkirinê li her çar aliyên Kurdistanê li her qadê gelê Kurd û hêzên azadîxwaz di nava têkoşînek netewayî ya demokratîk de ne û got, “Êdî gelê me zilm û bindestiyê qebûl nake. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û Rêber û têkoşerên xwe dike.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin, “Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di sêrî de li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Islamê pîroz dikin.”

0 Yorumlar