Parlamentoya Elmanyayê Fermana 2014’an ya ser Êzidiyan bi piraniya dengan weke jenosîd naskir.
Parlamentoya Elmanya duh kombû û dicivînê de bi piraniya dengan Fermana 3 Tebaxa 2014’an ya ser Êzidiyan, weke jenosîd hate naskirin.
Parlamenterê Parlamentoya Elmanya Max Luck ku ji ajansa France Press re axivî û ragihand ku parlamentoya Elmanyayê bi piraniya dengan sucên çeteyên DAIŞ’ê yên dijî Êzidiyan weke jenosîd naskiriye.
Parlamenter Max dibêje, ev pênagv ji bo derbaskirina vê rewşa giran ya ser Êzidiyan girînge, di heman demê de pêşwazîkirina jiyanek baş ji bo Êzidiyan, armanca me ya serekeye.
Hêjayî gotinê ye di Mijdara 2021’an de jî Dadgeha Elmanyayê komkujiya Êzidiyan weke jenosîd naskiribû.
Di 3 Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengal û derdora wê kirin, çeteyan dijî Êzidiyan komkujî pêkanî. Di encama êrişê de bi hezaran jin zarok, hatin kuştin, revandin û windakirin. Bi deh hezaran jî neçarman koç bikin.

0 Yorumlar