Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan hate kirin

Malbat û vasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.


Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dînç ê ku vasiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  e, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e, ji bo hevdînê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza a Ewlekariya Zêde ya Tîpa F a Îmraliyê jî dan.

Yorum Gönder

0 Yorumlar