Ticker

10/recent/ticker-posts

Artêşa Tirk Sêgirê bombebaran kir

Balafirên şer ên Tirk bilindahiyên gundê Sêgirê ya dikeve ser navçeya Amediyê bombebaran kirin.


Duh êvarê balafirên şer ên Tirk careke din derdora gundê Sêgirê ku dikeve devera Nihêla ya ser bi navçeya Amediyê bombebaran kirin.

Li gorî hinek dezgehên herêmî êrîş di saetên êvarê de pêkhatiye û ti zanyariyek derbarê zirer û ziyanan de bidest neketiye.

Hêjayî bibîrxistinêye balafirên şer ên Tirk ev demeke timî gundê Sêgirê ku dikeve ser parêzgeha Dihokê hedef digire.


Yorum Gönder

0 Yorumlar