Ticker

10/recent/ticker-posts

Armanca lihevkirina Madrîdê çiye?

 Carek din Kurd li ser mêzê welatên desthilatxwazên cîhanê bûne qurbanî. Swêd û Fînlandiya ji bo razîkirina Tirkiyeyê dijayetîkirina têkoşîna azadîxwaz a Kurd îmze kirin. Lê hîna ne diyare wê ev lihevkirin jî mîna peymana Lozanê xewna azadîxwazên Kurd bixe gorê yan jî wê bibe xefikek a NATO ya li dijî Tirkiyeyê?


Roja 28’ê Hezîrana 2022’an Hevpeymaniya Bakurê Atlasê (NATO) li paytexta Spanya Madrîdê bi tevlîbûna Swêd, Fînlandiya civiya. Di civînê de Swêd û Fînlandiya daxwaznameyek hevbeş li gel Tirkiyeyê îmze kirin ku ji 10 xalan pêkdihat û hemû xal jî li ser dijminahîkirina tevgera azadîxwaz a gelê Kurd û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bû. Di beramberî van mercane Tirkiye jî razîbûna xwe ya ji bo tevlîbûna Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO’yê diyar kir.

Di belgeya hatî îmzekirin de tê daxwazkirin Swêd û Fînlandiya hejmarek kesayetên azadîxwaz ên Kurd û hin alîgirên rêxistina Fethulah Gûlen radestî Tirkiyeyê bike. Her wiha daxwaz ji van her du welatan jî kiriye piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê bide sekinandin. Yek ji mercên din ên Tirkiye ewe PKK wek rêxistinek ‘terorîst’ were nasandin û qedexeya firotina çekan a li ser Tirkiyeyê heye were rakirin. Ku ev sê salin Swêd li dijî êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Serêkanî û Girê Spî firotina çekan bo Tirkiye sekinandiye.

Parlementera Serbixwe ya Swêdê Amîne Kakebawe jî derbarê mijarê de ji Rojnews re gotibû, Tirkiye naxwaze gelê Kurd bigihe azadiya xwe, Amerîka û welatên Ewropa jî naxwazin alîkariya Kurdan bikin.

Her wiha Kakebawe eşkere kir armanca lihevkirina Tirkiye li gel Swêd û Fînlandiya ewe ku derbe li sîstema Rojavayê Kurdistanê bixe û dewleta Tirk dixwaze Kurdan ji xaka Rojavayê Kurdistanê dûr bixe.

Di vê mijarê de herî zêde qezenca Amerîka têde heye. Di belgenameya stratejiya nû de ku ji aliyê NATO’yê ve di lûtkeya Brûksel a di 14’ê Tîrmeha 2021’an de hat erê kirin, Amerîka bi fermî Rusya û Çînê wek gefa sereke ragihand. Bi zêdekirina welatên bê alî yên wek Swêd û Fînlandiya hemû welatên Ewropayê li dor NATO’yê kom dibin û dest bi bicihanîna plana xwe dike. Erdogan jî wek aktorê faşîzma herêmî bi karanîna vetoya li dijî endambûna Swêd û Fînlandiya hewilda hinek destkeftî ji xwere bidest bixe.

Zemîn û palnera di pişt vê yekê de tinekirina daxwaz û pêşketina Kurda ye. Pirsyar li vir eve, gelo Amerîka û NATO piştgiriyê didin êrişên li ser Herêmên Parastina Medya û Şengalê? Gelo plana berfirehkirina dagirkeriya li ser Rojava erê dikin? Ger erê kiribin, gelo lihevkirina Madrîdê wê ji bo Kurdan bibe Lozanek nû? Ger erê nekiribin tê wê wateya ku lojîka siyaseta hêza Tirkiye di vê serdemê de bi ser lojîka siyaseta hişmendî de sernakeve û evê bibe xefikek ku wê serê vê faşîzmê pehn bike?

Lihevkirina Madrîd wê bibe Lozanek nû?

24’ê Tîrmehê wê Peymana Lozanê ku xewna azadî û serbixweyiya Kurd ji holê rakir 99 sal di ser re derbas bibe. Ev peyman di navbera aliyên di şerê wêranker de bi serketin û bi binketin li bajarê Lozan ê Swîsreyê hatibû îmze kirin. Serhildana Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza û Şêx Mehmudê Hefîd diyartirîn ew serhildan bûn ku derencama vê peymanameyê bûn. Dewleta Tirk jî hewil da bi komkujiyan Kurdan bêdeng bike. Di ser vê yekê re jî dewleta Tirk diyar dike ku di vê peymanê de mafê wê hatine xwarin û ji bona wê nêzî sed salin agirê şer û wêrankariyê li herêmê pêdixe.

Gelek welatên Ewropa û cîhanê bi taybetî jî Fînlandiya û Swêd giringî bi peywendiyên xwe yên li gel Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) didin ku vê hêzê karî dawî li çeteyên DAIŞ’ê bîne û aramiyê vegerîne Rojhilata Navîn.

Ji bilî wê jî hewildanên ji bo derxistina PKK’ê ji lîsta rêxistina ‘terorê’ çalaktir û berfireh bûne. Her wiha çend car jî daxwaza Tirkiye ya ji bo radestkirina hin siyasetmedarên Kurd ên li Ewropayê jî bê bersiv mane.

Her wiha Tirkiye bi piştgiriya NATO û hevkariya PDK’ê hewil dide bi dirêjahiya Başûrê Kurdistanê xwe bi cih bike û baregehên xwe yên leşkerî ji bo heta hetayî avabike. Lê gerîlayên azadiyê bi çalakiyên xwe derbên giran li artêşa Tirk dixe. Her wiha berxwedaniya ku gelê herêmê li dijî şerê dagirkeriyê nîşan dide, dibe zemîn ji bo pêngavên têkşikandina Erdogan.

Erdogan destpêkê di pirsî, ‘NATO li Libyayê çi dike?’ Lê sala borî di civîna NATO ya li Brûkselê de bi xwe got ‘Em bi hevre NATO’yê bihêz bikin’. Niha hewil dide NATO derbasî her cihî bibe. NATO û dewletên desthilatxwaz bi hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ve girêdide. Ev rewşa ku Erdogan têde ye piranî piştî salên 2015’an û şûnde hîn zêdetir derdikeve. Ev jî wê yekê nîşan dide ku hest bi nêzîkbûna ketina desthilata xwe dike.

Egera piştî NATO bo Tirkiye di çend xalan de:

– Vetoya Tirkiye ne cara yekeme, di sala 1974’an de jî li dijî endamekî din ê NATO’yê ku ew jî Yewnanîstane şer kir.

– Tişta Erdogan ji NATO’yê dixwaze ewe ku YPG û YPJ wek rêxistinên terorîst were nasandin. Lê heta niha jî li ser asta navneteweyî piştgiriya şervanên YPG’ê û YPJ’ê tê kirin.

– Erdogan berovajiyê pêngavên NATO wisan nîşan dida ku Rusya zêdetir şirîk û hevkare li şûna gef be Bi taybetî di dema dagirkirina Bakurê Suriyeyê û kirîna sîstema S400 a Rusî.

– Tirkiye li nava Derya Spî de bêy ku guh bide nerazîbûnên Yekitiya Ewropayê dest bi lêkolînkirin û derxistina neft û gazê kiriye.

– Binpêkirina mafê mirov û nehiştina demokrasî ya li welêt, bi taybetî piştî hewildana darbeya leşkerî ya 2016’an girtin û zextên li ser rojnamevanan, çalakvan û siyasetmedaran gihiştiye asteke metirsîdar. Ev yek jî berovajiyê danezana mafê mirov û pîvanên navdewletî ye, bi taybetî jî mercên endambûna Yekitiya Ewropayê ne.

Lê dewleta Tirk çend salin bi çend kartên zextan welatên Ewropa û NATO’yê neçar dike milê xwe li ber daxwazên wê bi çevîne. Ji vana jî;

– Gefa şandina koçberan ji bo Ewropa. Ji ber li Tirkiyeyê sê milyon 700 hezar koçberên Suriyeyê hene, dem bi dem welatên Ewropayê bi şandina koçberan tehdît dike, welatên Ewropayê jî di beramber de pere û hevkarî didin dewleta Tirk.

– Egera hebûn, çêkirin û pêşxistina çekên atomiye ji aliyê Tirkiyeyê ve ku serî li çekên atomî dan yek ji tirsnaktirîn pêngavin ji bo cîhanê.

Wergirtina Swêd û Fînlandiya.. dawiya hevpeymaniya NATO’yê nêzîk dike

Rojnameya Sivabudnaya Brasa ya Rusî di raportek xwe de diyar dike, pêla firewanxwaziyê ji aliyê hevpemanên NATO’yê ve piştî şerê sar ti sudekê xwe ji bo NATO’yê, hevbeş û hevpeymanên wê nebûye. Ev jî wisan dike ku NATO ber bi dawiya xwe ve here.

Her wiha di rojnameyê de axaftinên nivîskarê Tirk Hesen Yalçin bi bîrdixe ku dibêje, xwesteka welatên Îskandinavya ya û bakurê Ewropa ya ji bo tevlîbûna NATO’yê wek refleksekê ye ne wek pêngavek stratejiye. Ji ber wisan bawer dikin ku wê nakokî û şerek li herêmê derkeve û tirsek wan a zêde heye ku herî dawî wan jî tevlî nava vî şerî bikin.

Şerê Giladyo û NATO yê li dijî gelê şoreşger

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya pêncem de bal dikşîne ser şêwazê şerê NATO û Giladyoyê û diyar dike Giladyo û Nato di raperînên Kurdan û nehiştina serkirdeyên çep ên li Tirkiyeyê de şêwazê ku bikaranî heman şêwaz li dijî PKK’ê jî bikartîne.

Her wiha diyar dike, heta niha jî giladyoya Tirkiye bi awayek serbixwe dervey hêzên din ên ewlehiyê tevdigere. Nato di sala 1985’an de biryar da li gor madeya 5 a yasaya damezrandina xwe de destwerdan bike. Ji ber vê biryarê bû dewleta Elmanya di heman salê de PKK’ê wek ‘terorîst’ nasand.

Bi zêdebûna ast û kûrahiya şerê gel li Kurdistanê, piştî salên 1990’an Amerîka û Brîtanya PKK’ê wek ‘terorîst’ pênasekirin. Qetilkirina Papayê berê û kuştina Olef Palme û derketina encamên lêkolîna li ser kuştina wan wisan kir ku hinek rastî werin famkirin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar